Polîtîk

Helîkopter ket: 4 mirî 8 leşker birîndar in

Îro saet di 16.00 an de helîkoptereke leşkerî a ku tê gotin helîkoptereke kargo bûye, li ser girê Deryanê ket. 4 leşkerên ku di helîkopterê de bûne jiyana xwe wenda kirine. Di heman helîkopterê de 8 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirine nexweşxana Geverê. 

Piştî ketina helîkopterê, hat îdiakirin ku helkopter ji aliyê PKKê ve hatiye xistin. Li ser vê îdiayê ku di malperên înternet de belav bû, Hêzên leşkeriya Tirkiyê (TSK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ketina helîkopterê tê piştrastkirin. Sedema ketina helîkopterê jî, tê gotin ku, dema helîkopter li ser girê Deryanê xwestiye ku dakeve, ji ber sedemeke teknîkî ketiye. Di berdewamiya daxuyanyê de jibîr dixin ku, lêpirsîna edlî û ûdarî destpê kiriye. 

Helîkoptera ku ketiye, sikorsky ye. 12 kîlometre dûra Oremarê, li ser girê Deryanê ketiye. 

Back to top button