Nivîsar

Di civatên paşdemayî de rewşa partiyên siyasî!!!

Heger armanca partiyên me azadî û serxwebûna Kurdistanê be, divê her partî rêvebirên xwe li bêjingê bixin.

Bûbê Eser

Di civatên paşdemayî de, qîmet û rûmeta mirovên zana, jêhatî, siyasetmedarên zîrek û aqilmendan zêde tune ye. Ji ber ku serê kaniyan di destên nezan, berjewendîperest û welatparêzên(!) çend rû de ye.

Gotinên rast, xebat û berxwedanên welatperwerî û hewldanên civateke demokrat û pêşketî, cahd û xebatên ji bona azadî û serxwebûna welêt ne di berjewendiya wan de ye.

Lê hezar mixabin ku îro di piraniya partiyên Kurdistanî de kesên weha di rêvebiriya wan de bûne desthilat. Loma jî li bakurê Kurdistanê yekitî û yekrêziya nava kurdan pêk nayê

Ji ber di yekitiyeke kurdistanî de cihê du rû, şelaf  û berjewendîperestan namîne. Loma dibêjim; Heta wan kesana rêvebir bin, wê miradê kurdan ya yekitî û yekrêziya nava wan pêk neyê.

Ne tenê ev. Kesên weha lê dixebitin ku mirovên bi rastî dilsozên milet û gelê xwe ne, nebin rêvebir. Bahs û qala wan neyê kirin da ku tim ew li pêş bin. Ji ber vê ye îro rêvebiriya piraniya partiyên Kurdistanî divê yek bi yek, jiyana wan ya welêt û hatina wan ya ewropa li ber çavan bêne girtin. Çi kiribûn, çi dikin û wê çi bikin???

Kê/î heta niha ji bona welat û malbata xwe çend kevir dabin ser hev dibê bê zanîn. Kesên ji bona malbat û yên ji bona welatê xwe ked û bedel dabin, ji hev bêne çûda kirin. Yên bi malbatî beşdarî xwepêşandanên pkk dikirin û yên heta roja îro lihember PKK xwedî helwestên neteweyî ne, ji hev bêne veqetandin.Do bi dizî bi pkk re bûn îro rêvebirên partiyên Kurdistanî ne. Do wan û malbatên xwe bihezaran dolar û ewro didan pkk lê îro qurişekî nadin partiyên kurdistanî…

Di qereqter û ehlaqên kesên berjewendîperest û tirsonek de wêrekî qet tune ye. Li hember derew û êrîşên li ser hevalên xwe bê deng in. Li ser nerîn û dîtinên partiya xwe tiştekî nanivîsînin. Bi dizî piştgiriya pkk dikirin ku malbatên wan zerar nebîne.Lê bi eşkereyî jî rêvebirekî partiyek welatparêz de bûn û ne. Di firehiyê de jî kes weke wan wêrek tune ye. Lê di civatên giştî de bêdeng in.

Bi kesên berjewendîperest, du rû, şelaf, tirsonekan re jî ne yekitiyek neteweyî pêk tê, ne jî partî bi pêş dikeve. Ji xwe pêşketina partiyê û avakirina hêzeke neteweyî ne bi dilê kesên weha ne. Ji ber ku di xebat û bi serketineke weha de dê cih û kursiya xwe wenda bikin. Ev jî tê wateya rêxistineke zelal, paqiş ku serkêşiyek tekoşîna azadî û serxwebûna welatê xwe bike dê pêk bê. Loma wan qadroyên partiyên heyî  ku bi karê şexsî û malbatî mijûl in, Li hev nayên.

Heger armanca partiyên me azadî û serxwebûna Kurdistanê be, divê her partî rêvebirên xwe li bêjingê bixin. Yên ketin binî ji xwe ew yên avêtinê ne, silav ji yên li ser bimînin.

Piştî bêjinkirina rêvebiran hûn bawer bikin dê karê yekitî û bi hevre karkirina partiyên me yên Kurdistanî gelek hêsan bibe.

Bala xwe bidinê û bibînin ku bê rêvebir û berpirsên pkkdem çawa ji dil û can kar dikin ku kurdan tune bikin. Ma ne dibê partiyên me jî bi hevre li hember vê, bi helwestek wêrek û neteweyî bibin dîwarekî ji pola. Ji bona vê jî kes û kesayetên zîrek, durust, paqij û wêrek lazim in.

Ji bona çareseriya kêşeya yekitiya nava mala kurd, divê berê herkes li mala xwe vegerin. Kêmanî û şaşiyên endam û rêvebirên xwe bibînin. Bizanibin û fêm bikin ku ne bi serketina partiyên me, ji ber helwestnegirtina wan kadroyên ji salên 1970ê ne. Ji wê demê û heta niha her ew serok û rêvebir in. Ma ne bese gelo???

Divê her kesayetiyekî Kurd, siyasetmedarek, rewşenbîrek û ronakbîrîn wêrek bifikirin ku dê çawa yekitiya nava mala Kurd bixiliqîne???

Divê rêvebir û serokatiyên partiyan yên durust, carekê bifikirin ku çima ew yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk nayê.

Gotinek weha dibêje: “Herkes ber mala xwe paqij bike, dê bajar û gund jî paqij bimîne”.

Heger em jî dixwazin, yekitiyek neteweyî li bakurê Kurdistanê bê damezirandê, divê her partiyên dilsozên yekitiyek weha ne, li xwe, li partiya xwe û li rêvebirên xwe vegerin. Kî bi çi mijûl in. Kî çi dike û kiribûn bibînin. Bi zelaliyek weha kêşeya yekitiyê dê li bakurê Kurdistanê bê çareserkirin.

Lê bi van kadroyên heyî, bi van salmezinên her yek bi çend nexweşiyanin, bi wan berjewendîperestên keftar kêşeya yekitiyê çareser nabe. Ji xwe yên naxwazin ew bi xwe ne…

Balkêş e ?
Close
Back to top button