Nivîsar

Dewletbûna Kurdistanê misoger dibe!!!

Wî serokwezîrê wê demê rêzdar Nêçîrvan Barzanî bû ku bi wê ciwaniya xwe û bi wî aqilê xwe yê dewletbûnê, bingeha dîplomasiyeke navneteweyî danî..

Bûbê Eser

Piştî dabeşkirina Kurdistan ya ewil (1639) armanc ji wê ew bû kurdan di  nava du Împaratoriyan, Fars û Osmaniyan de wenda bikin ango tune bikin.

Lê kurdan di hemî perçeyan de ev qebûl nekirin û li hember dagirkiriya herdu împaratoriyan serê xwe dananîn. Li hember wan rabûn û rû bi rûyê qatlîamên mezin bûn. Vê rewşê heta peymana Lozana 1923 doman û di virde Kurd û welatê wan Kurdistan ji nûde di nava çar dagirkeran de parvekirin ku Kurd nemînin.

Bi vê jî Kurd li hember dagirkerên xwe bê deng neman. Şer û pevçûn, tekoşîn û berxwedanên wan her nesekinî. Li bakurê Kurdistanê berxwedana kurdan li hember komara tirk heta sala 1938an domand.

Piştî şerê Dêrsimê û têkçûna tevgera kurdan, li bakurê kurdistanê êdî kurd bi temamî bê deng bûn. Li rojhilata Kurdistanê jî piştî têkbirina komara Kurdistanê, Kurd li wir jî bêdeng bûn. Ji xwe şerê bi dagirkerên Iraqê ya bi serpereştiya Barzaniyan ji bona bi temamî têk nere, xwe spartibûn brayê xwe yên rojhilata Kurdistanê ku Kurd bi wenda nebin.

Bi van têkçûnan dagirkerên me kêf kirin ku êdî kurd li ser rûyê dinyê weke kurd namanin. Lê wan hesabê Barzaniyan û bi taybetî ya bavê netewaya kurd Barzanî yê nemir nekiribûn.

Ji bona ku kurd bi temamî têk nerin, Barzaniyê nemir, bi çûyina xwe ya sovyetê û vegera wî, bi şoreşa îlonê gelê xwe ji nûde zîndî kir. Li her çar perçên Kurdistanê û li cîhanê kurd ji nûde bi saya şoreşa Îlonê bi can û ruh kir.

Berxwedan û tekoşîna Barzaniyan ya li hember dagirkeran qet ranewestiya heta ku bi raperîna sala 1991 û bi destxistina otonomiya 1992an Kurdistan hate azadkirin. Dûre jî kurd bûne şirîkê dagirkerên Iraqê û weke Federasyon hate qebûlkirin.

Ya girîng ew e ku ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe Barzanî qet ranestiyanin. Niha ji di warê dîplomasiya navneteweyî bi pêşkêşiya serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêşîrvan Barzanî, Barzanî şoreşa dîplomasiyê didin. Ev şoreş bi aqilmendiya serok rêzdar Mesûd Barzanî û bi parastina welatê xwe ye serokwezîrê herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî her didome.

Serokê herêma Kurdistanê bi zanebûn û bi têgihiştina xwe, bi dîplomasiya xwe ya navneteweyî têkiliyên aqilane bi hemî dewletên dost û dijminan re daniye û datîne. Ew, ev têkilîne ku cenabî Nêçîrvan Barzanî serokomarên dijminê xwe anîna û tîne kurdistanê da ku bi wan re rûnên.

Do Erdoganê ku berê Barzanî weke eşîr bi nav dikir, hate kurdistanê û di bin wêneyê serokê neteweyî Barzaniyê nemirde wêneyê xwe kişand û karê dîplomasiya xwe bi Barzaniyan re domand.

Îro jî divê Kurd şanaz bin ku serokkomarê  Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî li serok Barzanî, li serokê herêma Kurdistanê bi rêzdar Nêşîrvan Barzanî û bi serokwezîrê herêma Kurdistanê bi rêzdar Mezrûr Barzanî dê rûnê û li ser kar û xebatên weke du miletan û dewletan goftugo bikin.

Gelo em weke kurd jî qet fikirîne ku bi saya kê bi xebat û tekoşîna kê em gihiştina van rojên ku kurd li cihanê weke dewleteke serbixwe pêşewaziya serokkomarê dewletan dike.

Ev berî her tiştî bi saya rêbaza pîroz, bi aqilmendî û têbiniyên serok Barzanî, bi dîploamisiya serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî û bi hewldan û parastina welêt ya serokwezîrê herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî pêk tên.

Me dît û em bûne şahîdê wê yekê ku piştî azadiya başûrê kurdistanê kurd li wir bûne xwedî serokwezîrekî herî ciwan li cîhanê.  Wî serokwezîrê wê demê rêzdar Nêçîrvan Barzanî bû ku bi wê ciwaniya xwe û bi wî aqilê xwe yê dewletbûnê, bingeha dîplomasiyeke navneteweyî danî ku îro em weke Kurd fêkiyên wê dixwin.

Kurdistan bi saya wê zîrekbûn û têgihiştina serokwezîrê we demê û serokkomarê îro yê herêma Kurdistanê, serokkomarên cîhanê û yên dagirkeran têne kurdistanê di bin ala kurdî û wêneyê serokê neteweyî û nemir de wêneyên xwe dikşîne.

Ev gelekî girînge ku divê kurd vê yekê baş fêr bibin. Dibê fêr bibin ku tenha Barzanî dikarin kurdan bikin xwedî Kurdisaneke serbixwe. Loma niha hatina serokkomarê Îranê ji bona Kurdisanê gelekî girîng e.

Loma dibêjim: Kurdno fêr bibin û bizanibin ku em ê bi saya tekoşîn, xebat û rêbaza pîroz bibin xwedî kurdistaneke serbixwe.

Back to top button