Polîtîk

Pezeşkiyan serdana Silêmaniyê kir

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan piştî serdana xwe ya Hewlêrê çû Silêmaniyê.

Pezeşkiyan li Balafirgeha Silêmanî ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Mesûd Pezeşkîan li Silêmaniyê serdana gora Serokê berê yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî kir.

Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan piştre bi Bafel Talebanî re hevdîtin kir.

Mesûd Pezeşkiyan îro danê sibê saet 08:00ê gihîşt Herêma Kurdistanê. Pezeşkiyan bû yekemîn serokomarê Îranê ku serdana Hewlêrê kir.

Back to top button