Nivîsar

Dev ji pişo pişo berdin

Atmosfera di navbera PDKê û PKKê de germ û gur dibe, dikele. Xuyaye rewşa PKKê nebaş e. Piştî ku rêveberiya KCKê ragihan go, ew minaqeşeya wekişandina hêza xwe ji başûrê Kurdistanê dike, hin rayedarên PDKê daxwaz û wêrekî ya xwe ya di derbarê wekişandina PKKê ji başûrê Kurdistanê û nerazîbûna xwe li dijî PKKê tînin ser zimên.

Ji alîyekî DAÎŞ û ji alîyekî ve jî PKK, di meşa serbixwebûna Kurdistanê de bûne kelem. Jibo têkbirina PDKê û Barzaniyan bi temamê alavan êrîş dikin, ji bo cîh li PDKê teng bikin, û PDKê ji desthilatdarîyê bixin her rê ji xwe re mibah dibinin. Serokatiya Kurdistanê û PDK jî vê rastîyê wek îmana xwe zane. Zane bê PKK çi xefk, dek û dolab li derûdora wan danîne.

Lê wa xuyaye PDK li ser navê hesasiyeta birakujiyê û jibo xwedî lê derketina hestên Kurdistanî çavê xwe ji destwerdana PKKê ya başûrê Kurdistanê re digirin. Hezar mixabin rewşa herêmê ji vê bêwerekiya rêveberiya Kurdistanê bûye wek agirê cehnemê. Xuyaye PKKê biryara xwe daye, biryar daye ku; destketinên başûrê Kurdistanê têk bibin. Herwiha Tirkiye bi heceta hebûna PKKê ya li başûrê Kurdistanê li firsenda diğere go têkeve Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê ji nû ve têxe nav sînorên xwe yê Mîsakî Millî.

Heger bê bîra we, Aysel Tûglûka HDPê berî demakê di daxuyanîya xwe ya meşhûr de gotibû “Mûsil di nav Mîsakî Millî de ye” û rûn li ser nanê dewleta Tirk kiribû. Herwiha rayedarên Tirkiyê bi eşkereyî gotibû ku, “Mesela me ne PKK ye, ji me re ya herî bi xeter başûrê Kurdistanê ye. Emê tucarî rê nedin ku li wir welatek bê avakirin” .

Werhasil, PKK û aqilmemdê wê ji bo rê li ber dagîrkirina başûrê welatê me bê vekirin, her cûre provokasyonan dikin. Her çiqasî mahne PKKê nedemokratikbûna desthilatdariya başûrê Kurdistan be jî, lê venaşêre û bi eşkereyî têkbirina başûrê Kurdistanê û bi taybet jî meşa serxwebûna Kurdistan ya dibin serokatiya malbata Barzanî de ji xwe re kiriye armanc.

PKK wek îmana xwe zane ku, yên hestên Kurdewarî li ser lingan digrin malbata Barzanî û PDK ye. Ew û temamê Kurdistaniya baş zanin ku; heger ne ji malbata barzanî û PDK be, wê li başûr hêz û daxwazên Kurdewarî nemînin. Ji ber vê jî, di serî de Tirkiye û Îran bi mahneya hebûna PKKê ya li başûr ji xwe re kirine hacet û tunekirina başûrê Kurdistanê, malbata Barzanî û PDK dane ber xwe.

Ji xwe Serokê Rêvebiriya KCK Mûrat Karayilan jî vê rastîyê disediqîne û sedema êrîşa dagirkêrên Kurdistanê ne jibo hebûna PKK, lê serketina başûrê Kurdistanê dibîne. Werhasilî kelam, rojev germ e, PKK bûye wek pizotên êgir, lê ya ku em û temamê Kurdistaniya meraq dikin, bê wê PKK ji bo heceta Tirkiyê û Îran ji ortê rabe wê ji başûrê Kurdistanê wekişe an na.

Ez serê we neêşînim, tiştekî balkêş jî ev e ku di vê dema germ û bilindîya tansîyonê de, endamê rêvebiriya KCK Murat Karayilan di axaftina xweyî definkirina şervanekî HPG de dibêje: “Hodrî meydan!” û hemwelatiyên Kurdistana başûr dawetî şerê li dijî rêvebiriya kurdistana başûr dike. Mêrik di şûna ku berjewendîyên başûrê Kurdistanê biparêze, radibe ji xelkê re dibêje: “Ma hûn ne li tunekirina desthilatdariya PDKê ya ne demokratik in? Aha ji we re fersend” û bang li xêrnexwazan dike. Lê Mûrat Karayilanê jibîr dike ku; ”PDK ji wan re mahne ye, dewletên dagirker dixwazin başûrê Kurdistanê dagîr bikin, destketinên Kurdan têk bibin, temamê destkeftiyên Kurda û bi taybetî Kerkûkê û deverên ne ser bi Kurdistanê ve têxin nav axa xwe”

Di wan rojên dawî de hin rêveberên PDKê di beyanên xwe de nerazîbûna xwe ya destwerdana kare desthilatdariya Kurdistanê tînin ser zimên û dibêjin:” PKK tehamulî detkeftinên Kurdistana başûr nake. Di wê derbarê de, Alî Ewnî dibêje: PKK xwe jibo şerê li dijî başûrê Kurdistanê amade dike” Wa xuyaye ev gotinên Ewnî rast in û ne dûre go şerekî navxweyî dest pê bike. Ê başe kekê mino, madem PKK xwe amadeyî şerê PDK û desthilatdariya başûr dike, çima desthilatdariya başûr xwedî li serweriya xwe dernakeve. Madem PKK û aqilmêndê wê, dixwazin perçeyekî welatê te yê azad têk bibin, û bi temamê alavên xwe êrîşî hêjayiyê te bikin û tê bi şermokî bêjî; em dixwazin nakokiyên di nabvera Kurda de bi riya diyaloxê çareser bikin. Yanî bi navek din; hûn PKK dikin şirîkê serweriya Kurdistan a başûr bê ku hay lê hebin.

Ma heta kengî bratî û aşitîya bi derewan! Wî şerî ji Kurdistanê derxin, derxinnnnnnnnnn! Ya hûnê bi berpirsiyariya xwe tev bigerin, yan jî hûn e tev bihev re di bin wî webalî de bin.

Gotineka pêşiya heye dibe: ’’ Bela te bi xwe kir, gazind jî ji kesî nekir’’

îcar ji me jî gotin: PDKê bi xwe kir, divê gazinda jî ji kesî neke û dev ji pişo pişo tiyê berde.

Nûrî Çelîk/Dewletxwaz

 

Back to top button