Dosya

Li eniya Xazir 40 terorist hatin kuştin

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Xazil Muqedem Cadir Zirarî ragihand ku, piştî ku di 3 rojên borî de bêtirî 40 terorîstên DAIŞê li wê eniyê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, niha tevgera çekdarên DAIŞê li wê deverê nemaye û nema Karin êriş bikin û tenê mijûlî kolandina xendeqa ne, da ku xwe li pêşiya êrişên Pêşmerge bigirin.

Muqedem Cadir Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Xazil ji malpera KDP.info re ragihand: “Li çiyayê Zertik û Hesen Şam Hêzên Pêşmerge morale wan bilind e û ji her êrişekê re amade ne.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Piştî ku di 3 rojên borî de bêtirî 40 terorîstên DAIŞê li wê eniyê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, niha tevgera çekdarên DAIŞê li wê deverê nemaye û nema Karin êriş bikin û tenê mijûlî kolandina xendeqa ne, da ku xwe li pêşiya êrişên Pêşmerge bigirin.”

Back to top button