IRC: Barê Herêma Kurdistanê girane

Îro dûşem 16.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya David Miliband Serokê Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî (International Rescue Committee) û Wezîrê berê yê Derveyê Brîtanya û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa mirovî ya Iraq û Kurdistanê û rewşa jiyana koçberan xistin ber behs û di derbarê çawayiya yarmetîdana koçberan û baştirkirina rewşa mirovî ya wê xelkê kirin ku li encama êrîş û hereşeyên Da’îşê mal û halê xwe bi cîh hiştine. Her wiha Serokê Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî ji bilî balkişandina li ser wê barê giranê li ser milê Herêma Kurdistanê li warê hewandin û koçberan wê yekê ji bo Serok Barzanî behs kir ku Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî erk û karên li Herêma Kurdistan û Iraqê destpêkiriye û li hewla berdewamî da divê welatên Ewrûpayî û navendên navdewletiyan li rewşa xerapa koçberan û her wiha wê erk û rewşa girana li ser milê Herêma Kurdistanê agahdar bike. Her peywîst bi vê behsê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hejmara koçberan û asta karesatê gelek mezine û Hikûmet û xelk û rêxistinê xêrxwaziyên Kurdistanê hemû hewlekî xistine ger ji bo yarmetîdana koçberan û Kurdistanê jî pêşwazî li her cûre yarmetiyek dike ku pêşkêşî koçberan bê kirin lê belê li gel ewe jî çareseriya serekî ji bo koçberan eweye ku vegerin cihên xwe û eve jî bi derxistin û nehiştina terorîstan têkirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û hereşeyên terorîstan ya li ser navçe û cîhanê û çawayiya rûbirûbûna terorîstan guftûgo kirin.

 

Nerîna min :