Nivîsar

Desînformasyon Û Provakasyon

Van şapatên dawî li hember hukûmeta herama Kurdîstanê û bi teybet li hember serokê herema Kurdîstanê birêz Mesud Barzanî kampanya desînfomasyon û provakasyona dest pê kirîye.

Ev kampanya dîrekt ji dezgehên îstixbaratên welatê kurdîstan perçe kirine tê li hev ragirtin (mînak hûn dikarin li malpera înternetê a konslosxana Îranê Li hevlêrê binerin) û bi destên hevalbendê wan yên nav Kurdan de dikeve praktîkê.

Sebebê esasî ê van desînformasyon û provakasyonan ewe ku van şapatên dawî serokê herema Kurdîstanê birêz Mesûd Barzanî di beyanên xwede daxaza Kurdan a kurdistana serbixwe tîne rojewê û bi teybet van çend rojên dawî ev desînfomasyon û provakasyon berfırehtir bûne sebebê vêya jî ewe ku Kurd dixwazin wek Li Qirim û başûrê rojavayê Ûkrayna referandûmê bikin ku Kurd bi destê xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin.

Ev hemû metirsiyek mezin xistiye dilê van welatên Kurdistan perçe kirine û hevalbendê wanî nav Kurdan ê ku li dijî avakirina dewletek Kurd derdikevin, ji ber wêjî bi van desînfomasyon û provakasyonan herema Kurdîstanê û serokê wê birêz Mesûd barzanî tehdît dikin ku dev ji vê siyaseta çêkirina referandûmê û avakirna dewletek Kurdî berde.

Ji ber vê wek erkek netewî dibê her Kurdekî welatperwer li hember van desînfomasyon û provakasyonan dengê xwe bilind bike û li pişt hukumet û serokê herema Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bisekine, ku Kurd vê firseta dîrokî ji dest nede.

Ekrem Önen

19.05.2014

Back to top button