Zanayekî olî yê Herêma Kurdistanê dimîne ecêbmayî ku hinek alî peywendiyên mirovî û bazirganî yên di navbera Îsraîl û Kurdan de heram dikin, di heman demê de wan peywendiyan bo Ereban helal dikin.

Mela Umer Çingiyanî rexne li wan nerînên durû yên hinek aliyan digire ku armanca wan ewe navê Herêma Kurdistanê îdîayên wiha reş bikin. Zanayê Olî yê Kurd Mela Umer Çingiyanî di gotarekê de ku di rojnameya Basê de hatiye belavkirin wiha dibêje: ‘‘Di  ayetên Qûrana pîroz û axaftinên Pêxember de jî behsa peywendiyên di navbera Cihû û Misilmanan de hatiye kirin.’‘

Çingiyanî tekez kir ku bikaranîna gotina Îsraîl yek ji navên pêxember Yaqûb kurê İshaqê kurê Ibrahîm bavê pêxemberan e û got: ‘‘Yek ji xûlamên Pêxember silavên Xwedê li ser bin Cihû bû.’‘

Ji aliyeke din ve Çingiyanî pirsyar kir ku gelo çima peywendiyên Ereban yên nehênî û yên eşkere bi Îsraîl re helal in lê ji Kurdan re heram in, gelo heta kengî ev durûtî wê berdewam bike?.

Hêjayê gotinê ye berî niha hatibû îdîakirin ku şirketên Îsraîlî û Amerîkî petrola Kurdistanê dikirin û li ser vêna jî hinek rayedarên Bexdayê nerazîbûna xwe pêşan dabûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ew hemû îdîa red kiribûn.(Bas)

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: