Nivîsar

Derewên PKKê û pêşmergeyên Kurdistanê

Malpera Lekolin.org di derbarê rewşa Kurdistana Rojava û herweha di derbarê helwesta hukumeta herêma Kurdistanê û hinek dezgehên hukumî de nûçeyên derew belav dike.

Kesên zane û hayê wan ji meseleyê heyîn dizanin ku ev nûçe derewin û bi zanebûn ji nawendekî tên belav kirin. Lê divê baş bête zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye gelek xelk ji van nûçeyên derew bawer dikin û li himber rastiyê helwestên çewt datînin holê.

Niha li vê derê pêwîste hinek dezgeh li Kurdistanê di derbarê van nûçeyên derew û dezenfarmosyona tê kirin de rastiyê ji raya giştî re bidin xuyakirin. Taybetî ew dezgehên civîna û dayîn standinê li gel PYDê dikin di vê derbarê de bala wan bikşînin û bibin xwedî helwest.

Herweha li Kurdistana Başûr gelek malper bi zimanê Tirkî jî weşanê dikin û bi rojane di derbarê Kurdistana Rojava û PYDê de nûçeyan belav dikin. Lê gelo çima  ji dezgeh yan jî ji kesayetên pêwîst pirsa rastiya van nûçeyên derew nakin? Erkek ya medyayê ewe ku rastiya nûçeyên derew derêxe holê û ev firsend jî heye.

Tê zanîn ku ew nawenda van nûçeyan belav dike, armanca wan li Kurdistana Başûr hêza pêşmergeye û nirxên Kurdistanêne. Wek din baş tê zanîn ku medya YNKê ve girêdayî, taybetî PUK medya û Xandan beşên ku Kurdiya latînî weşanê dikin gelek vekirî propanganda PYDê li Rojavayê Kurdistanê dikin.Ji xwe projeya li Rojavayê Kurdistanê de PKK ne bi serê xwe ye li gel YNKê siyasetek hevbeş rêve dibin.

Gelo li himber vê yekê Dezgehên Kurdistanê ku pirsa Rojavayê Kurdistanê ve eleqeder dibin çi dikin? Medya Kurdistanê çi dike?  Rastî ev yek cihê pirsêye.

PKK ji bo rastiya xwe veşêre, dixwaze hêzên pêşmegeyên Kurdistanê di çavên Kurdistaniyan de kêm bike.

Link a malpêra nawenda dezenfarmasyonê:

http://www.lekolin.org/news_detail.php?id=3849

Analiz/Rojevakurd/D.Jelî

 

 

Back to top button