Mezintirîn peykera Rojhilata Navîn li Kurdistanê tê çêkirin

Roja dûşema derbasbûyî 30/12/2013 Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî ku pêşkêşî Wezareta Rewşenbîrî kiriye, rizamendiyê li ser çêkirina peykereke mezin ji bo Destana Korê daye.

Li biryarê da hatiye eşkere kirin ji bo bilind ragirtina Destana Korê, rizamendî hatiye dayîn ku peykera Destana Korê bê çêkirin û ji budçeya sala 2014 da pere ji bo wê peykerê bê terxan kirin.

Her wekî biryare hunermendê peykersaz Nezîr Xeylanî peykerê destanê dirust dike. Firehiya peykerê 16 metre û bilindahiya wê 8 metir û pehniya wê 1 metire û ji kevirê mermer tê dirust kirin û ev peyker wê li ser asta Iraq û rojhilata navîn bibe mezintirîn peyker.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: