Polîtîk

52 kompanyayên neft û gazê li Kurdistanê de kar dikin

Şêwirmendê Asayîşa Aborî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê eşkere dike ji niha de Herêma Kurdistanê xwediyê (60) milyar bermîl zêdetirê yedegê nefte, lê belê bi sedema kêmbûna kontrolkirina kompanyayên biyaniyên neft û xaza Herêma Kurdistanê, karîn tenê (45) milyar bermîl neftê piştrast bikin.

Dr. Bêwar Xinisî Şêwirmendê Asayîşa Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihandiye Herêma Kurdistanê kar ji bo rakêşana dû boriyên dinê veguhestina neft û xaz ya Tirkiyê dike. Proje jî li sala (2016) temam dibin, eger kompanyayên biyaniyên neft‌ û xaz rûpêva zêdetirê neft û xaza Herêmê bikin. Her wiha pêşbînî dikim yedega neft li paşarojê de heta (60) milyar bermîl bilind dibe.

Xinisî eve jî xistiye rû, hejmara kompanyayê biyaniyên warê neft û xaz li Herêma Kurdistanê gihîştine (52) kompanyayan, li encama karkirina pênç sala ya wan kompanyayan jî yedega nefta Herêma Kurdistanê gihîştiye (45) milyar bermîl neft‌ û xaz.

 

Back to top button