Civak

PYD deriyê Sêmalka venake

 Rêveberê Komelgeha Pêşhabûrê ya sinorî Şewket Berbuharî red kir ku deriyê sinorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de (Sêmalka) hatibe vekirin.

Şewket Berbuharî di daxuyaniyeke taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sinorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de (Sêmalka) girtiye û heta niha nevekiriye”.

Herwiha Berbuharî amaje kir ku “Hemû hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê derbasî Rojava dibib û ji aliyê Herêma Kurdistanê vê ti pirsgirêk jib o wan kesan nayê dirustkirin”, navhatî gotina xwe wiha berdewan kir “PYDê deriyê sinor ê ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê binavê Sêmalka tê naskiein girtiye û rê nade ku kes derbasî Herêma Kurdistanê bibe”.

Rêveberê Komelgeha Pêşhabûrê ya sinorî ragihand jî ku niha “Bi ti awayekî sinorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nevekiriye”.

Back to top button