Polîtîk

Helebçeya Şehîd sembola qurbanîdana gelê Kurde û girêya bextê Kurd vekir

Bi xweşhaliyê ve roja sêşem 31 Kanûna Yekem, Encûmena Wezîrên Iraqê proje yasaya bi parêzgehbûna Helebçeya Şehîd pejirand û daxwazekî rewaya xelkê delalê Helebçe pêkhat ku ev demeke dirêj bû me kar ji bo wê dikir.

Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li xelka xweragirê Helebçeyê Şehîd dikim, xweşhalim ku li dawiyê de ew soza ku min dabû we pêkhat. Li van demên bihurî de me gelek hewlda bo ku bi zûtirîn demî rêûşuwênê yasayiyên wî karî temam bibe, her ji bo wê yekê roja sêşem 24/12/2013 li nameyekî fermî da ji bo Serokayetiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de min daxwaz kir li naveroka wan rêwşuwên û ‏hengavan min agahdar bikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal bi mebesta bi parêzgehkirina Helebçeya Şehîd li ber girtibûn, ewe bû roja 25/12/2013, proje yasaya bi parêzgehkirina Helebçeya Şehîd ji aliyê Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ve bi fermî radestî Serok Wezîrê Iraqa Federal kirin.

Her çende pêkhatina vê destkeftê girînge ji bo bajarê Helebçeya Şehîd demeke zêde pê çû, lê belê diviya rêkarên yasayiyan temam bike û proje yasa li Bexda bihata pejirandin.

Helebçeya Şehîd sembola qurbanîdana gelê Kurde û girêya bextê Kurd vekir û hêjayî eweye ku zêdetirîn xizmet pêşkêşî wê bê kirin. Hêvîdarim piştî vê biryara girîng, bajarê Helebçe ji bo hemû cîhanê bibe bajarê xweşî û sembola aştiyê.

Xelkê wê bajarê ezîz nexweşiyên zêde dîtine û pêwîste birînên wan bête kevandin û sarêj kirin, ji bo wê yekê hêvîdarim ev îdareya nû ya li wir dadimezrê bi dilê xelkê navçeyê bê û xizmetekî hêja pêşkêş bike.

Pîroz bê li Helebçe, pîroz bê li Kurdistan.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.01.2014

 

 

Back to top button