Dengê kurda ji kê re diçin?
Li Tirkiye çi guhertin çêbibin pêwîste kurd li gora berjewendiyên xwe binirxînin. Mixabin heta niha statuya dewleta Tirk bi zanebûn yan ne bi zanebûn ji aliyê beşek ji kurdan ji Tirkan behtir hatiye parastin.
Sedemê vê yê bingehîn ewe ku beşek ji siyasetmedar û rewşenbîrên kurda li gora îdeolojiya xwe li dewlet û tiştên ku dewlet dike nirxandinê û dinirxînin. Lê eger li gora berjewendiyên netewî bûyer bêne nirxandin encam jî têne guhertin.
Di van hilbijartinan de serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan armanca xwe û ya Ak Partiyê daye kifşkirin. Piroje zelale. Piraniya parlementoyê destbêxin desturek nû çêbikin û Sistema dewleta Tirkiye biguherin. Yanî Sistema niha heyî ji vê haletî derêxin bikin sistemeke serokatiyê. Wek Amerika.
Ji berî her tiştekî ev cumhuriyeta Ataturk ragihandî li ser hîmên inkar û îmha kurda hatiye avakirin û hemû dezgehên cumhuruyetî li ser vê hatiye dîzayn kirin. Têkçuna vê ji bo kurdan başe. Ji aliyê din eger sistem bibe serokati feyde û zerera tevgera kurd çîyê? Ev yek baş bê hesibandin û li gora wê helwest bêne dayin baştire.
Lê gora gotubêjin têne kirin sistema serokatiyê werê Tirkiye dê avahiya dewletê hemû bête guhertin. Ihtimalek mezin sistema eyaletê tê pêkanîn.
Niha mirov ji kijan alivê lê binêre sistema werê her ji bo kurdan ji ya niha çêtire.
Wek din ev destura hanê bê guhertin her destura ji nû ve çêbibe ji bo kurda cardin baştire. Ji ber ku ev destura niha heyî li ser hîmên nijanperesti hatiye pêkanîn. Ji halê rakirina vê desturê cardin ji bo kurda ji bo destxistina mafên netewî derfetek baştir dertêxe holê.
Gelek vekirî HDP xwe partiyek ya Tirkiye dibîne û heta dikare xwe ji kurdîtiyê dişû. Lê HDP tenê dengê kurdan digire. Kurdan re hevkariyê plana duyem de bi tektîkî çêdike lê çepên marjînal yê Tirkare hevkariyê stratejîk pêktîne. Ji xwe ev yek bi serê xwe rewşa siyasî ya HDPê dide xuyakirin.
HDP dixwaze bibe partiyek opozisyona Tirkiye. Vekirî ew çi bêjin bila bêjin ne partiyek Kurdistaniye û nikare bi vê mentalîta xwe nirxên netewî yê Kurda biparêze. Ji xwe armancek wan bi vî awayî jî tuneye.
Dê partiyên din yên kurdan çi bike mirov baş nizane. Eger bi serê xwe bikevin hilbijartinan çend hezar dengekî tînin û tu jê dernakeve.
Lê eger aliyên siyasî yên kurdan hemû bigihan hevudin herêmek didu ji xwere bikiran armanc û serbixwe kandîdat derêxistan, belkî yek du parlementer destve bianînan. Ev jî tunebê dê çi bête kirin nayê zanîn.
Tişta ku dixweyê HDP jî barajê derbas nake û hemû deng ji bo AK Partiyêne.
15.2.2015
Dara Bilek


