Polîtîk

Destvala vegeriyan

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdfistanê, îro roja yekşemiyê 15.02.2015ê bi serokatiya şandeyekê gihişte Bexdayê û digel Heyder Ebadê serokwezîrê Îraqê civiya û di civînê de rewşa siyasî û emniya Îraqê, şerê dijî terorîstên DAÎŞ, giringiya hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê di rûbirûbûna terorê de, piştgiriya hevpeyamnaiya navdewletî li Îraq û herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de, kirîza êkonomiya Îraqê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Di civîna serokwezîrê Îraqê û serokwezîrê Kurdistanê de, lihevhatina vêdawiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê û ew lihevtênegihiştina li ser çend madeyên wê lihevhatinê hene hatin gotûbêj kirin û piştî her du aliyan dîtin û helwestên xwe zelal kirin, tabloya hinardekirina neftê ji aliyê herêma Kurdistanê ve bo derve hat behis kirin û her du aliyan pabendiya xwe bi wê lihevhatinê diyar kir, lê pirsgirêk û astengiya li pêşiya cîbicîkirina wê lihevhatinê hebûna kirîza êkonomî ye li timamî Îraqê û divê rewşê de hikûmeta Îraqê nikare weke pêwîst budceya du mehan, meha yek û du, bo herêma Kurdistanê binêre.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di bersiva rojnamevanan de tekîd kir ku, her du aliyî bi cîbicîkirina lihevhatinê pabendin û aliyê îraqî bi wê rêjeyê razîbûye  ku herêma Kurdistanê her sê meha carekê teva nefta herêma Kurdistanê bo derve dişîne hisab bike.

Barzanî got jî ku ji ber hebûna kirîza êkonomî li sertaserî Îraqê û ji ber nebûna pereyan di bankayên Îraqê de, hikûmeta Bexdayê nikare wele pêwîst û weke di qanûna budceyê de hatiye destnîşan kirin pereyê herêma Kurdistanê bide.

Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji; Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Rêbaz hemelan wezîrê êkonomî, Elî Sindê wezîrê pilandananê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û sekreterên sivata wezîran pêkhatibû.

Back to top button