Polîtîk

Demîrtaş guhnedaye axavtina Erdogan

Burcu Bulut ji rojnama Akşam a Tirkî,hinek pirs li ser rojevê ji serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş pirsîn.Hinek bersivên Demîrtaş gelek balkêşin. Demirtaş li ser pirsa ku we axavtina Erdogan ya Diyarbekirê çewe nirxand.  Demîrtaş dibêje: “ Rastî min guh neda axavtina Erdogan ya li Diyarbekirê. Min tenê kurtahiya xeberan de seh kir ku çi gotiye. Axavtina wî tu naverok tê tunebû hemî axavtinek vale bû.“

Herweha rojenemevan dipirse: Hun axavtinên xwe de “Kurdistana xweser (ozerk) “kar tînin. Hun dixwazin di nava welatekî de welatek din çêbikin?

Demirtaş: Em xweseriyê ji Tirkiye hemiyê re dixwazin. Ev tiştên em dibêjin li Tirkiye baş nayên gengeşekirin. Niha şeklek yê îdara me heye, modelek heye. Hertişt ji nawendê tê îdarekirin. Li Enqere parlemento heye, wezaret hene, meclisa wilayeta heye, meclisa belediya heye û bi vî awayî diçe. Em dibêjin ev ne bes e. Em vê modela  u heyî  biguherin,  em meclîsên herêmî li vê modelê zede bikin. Bila ev meclis di bin parlementoyê de û ser meclisa wilayetan be. Ev dibe arîkariyek îdarî. Bila meclisên herêman pirsgirêkên herêmê gengeşe bikin. Bila pirsên herêman yên ziman, yên darayî , bêkarî û pirsên çandî li van meclisan bêne gengeşekirin û çareserkirin. Herkes bila derdê xwe ji vê meclisa nêzikî xwe re bêje. Cardin wê Meclisa mezin ya Tirkiye hebê, lê wê li ev meclis hizmetên dadwerî, emniya netewî,karên derve û pirsên darayiya giştî û pirsên din wek van çareser bike. Ev modela Tirkiye ya herî başe.Hinge destûr jî bi vî awayî tê guhertin. Dema em dibêjin “ Xweseriya Demokratîk“ em vê dibêjin. Ev ne modeleke ku em tenê ji bo kurdan pêşniyar dikin. Xweserî ji bo kurdan hebê jî, ev yek demokrasiyê nayne Tirkiye.

Gelek balkêşe ku serokê BDP-ê guhê xwe nedaye  xeberdana Erdogan ya Diyarbekir. Lê li ser vê axavtinê şirovê dike û axavtinek vale dinirxîne. Siyaset û siyasetmedarî ne eve. Başe eger Demîrtaş baş nizanibe Erdogan çi gotiye dê çewe bizanibe ku dijê siyaseta wî siyasetek din wek bedîl pêkbîne.
Herweha wek ew dibêjin “ xweseriya demokratîk“ ne tiştek e ku mafên Kurdistaniyên Bakur destbêxin. Tenê bila ev sistema Tirkiye berdewam be û meclisek ya herîmî jî bête avakirin.  Ozal jî demekî pêşniyarek bi vî awayî anîbû. Heta hukumeta Ak-Partiyî jî demekî qanûna îdareyên herîmî de hinek guhertinên bingehîn pêkanîn lê serokkomarê wî demî Ahmet Nejdet Sezer ev qanûn neperjirandi bû.

 

 

Nûçe: Rojevakurd

Back to top button