Polîtîk

DEM serdana Ocalan dike

Li gora rayadarên dewletê didin kifşkirin dê berî sersalê hevdîtinek navbera berpirsên DEMê û Ocalan re bê kirin. Ihtimala mezin ev hevdîtin sibehî pêkwerê.

Li vê derê ya balkêş ewe ku, kesayetên ji DEMê herin Îmralî ji aliyê dewletê ve tê destnîşankirin. Dixweyê hevdîtinên li gel Ocaln bêne kirin dê heta 21ê Adara 2025ê berdewam bin û tê çavrêkirin ku di Newroza 2025ê daxûyaniya Ocalan bê tagihandin.

Piştî daxûyaniya serokê MHP di derbarê Ocalan de kirî heta niha gelek awayan gotubêj hene. Qendil naxwaze guh bide Ocalan. Hevserokê PKKê Cemil Bayik ev yek di axavtineka xwe de eşkere kir . Herweha daxûyanî û çalakiyên ji aliyê Qendil ve têne kirin wek bersivekî ji banga Ocalan e.

Ji berî çend rojekî hevseroka DEMê û çend berpirsên Partiya Herêmên Demokratîk û parlementerên ku tund ên PKKê yanî yên Qendil ve girêdayî serdana Hewlêr kirin. Li gel serokê YNKê hevdîtin kirin û piştre serdana Qendil kirin, yanî berpirsên Qendil re hevdîtinek berfireh pêkanîn. Vêca wan çi ferman ji Qendil wergirtine nayê zanîn.

Gelek vekirî, dê Ocalan banga devjêberdana çekan bike û dikare banga fesihkirina PKKê jî bi awayekî bike. Lê dê vê yekê di formilek gelek taybet de pêkbîne. Ew gotina PKKê ya ku dibê je Aştiyek bi Rûmet dê li gora formûla dewletê bê dizaynkirin.

Rewşa Suriye û vê yekê ve girêdayî rewşa rojavayê Kurdistanê , dê bandorekî li biryara Qendil bike. Dixweyê Tirkiye pêwendiyên li gel Ocalan re rewşa Surî û taybetî dahatûya PKKê li Sûrîye wek esasekî digre.

Eger li rojavayê Kurdistanê, hêzên Kurdî reda PKKê bikin û di navxwe de yekrêziyekî ava bikin, dê hingê li herêmê guhertinên ji berjewendiya Kurdan re behtir bikevin rojeva siyasî de.

Back to top button