Îsraîlê li Yemenê êrîşeke hewayî pêk anîn.Netenyahu: Em nu destpêdikin!
Balafirên şer ên Îsraîlê li Yemenê êrîşeke hewayî pêk anîn. Arteşa İsraile li hember Balafirgeha Navneteweyi ya Sana ya paytext û bingehên leşkerî kirin armanc.
Hêzên Parstina Îsrail IDF dibêje:”Di nav hedefên ku me lêdan de binesaziya leşkerî ya ku rejîma terorîst a Hûsî ji bo çalakiyên xwe yên leşkerî li Balafirgeha Navneteweyî ya Sana û santralên elektrîkê yên Hizyaz û Ras Kanatib bikar tîne hene,” IDF di daxuyaniya xwe de got. “Herwiha, IDF binesaziya leşkerî li benderên Hodeidah, Salif û Ras Kanatib li berava rojava xist.”
Li gorî çapemeniya Yemenê, di bombebaranê de Balafirgeha Sanayê û baregeheke leşkerî û tesîsên enerjiyê yên li bajarê El Hudeydeyê hatine armanckirin. Di dema ku hat ragihandin ku birca kontrolê û her wiha li firokexaneyê hatiye xistin, karbidestekî artêşa Îsraîlê got, “Hûsî dilê eksena terora Îranê ne” bêyî ku zanyariyên berfireh derbarê operasyona esmanî bide.
Rojnameya Îsraîlî Jerusalem Post ragihand ku beriya êrîşê Amerîka agahdar bûye û 7 hedefên Sanayê û 3 hedefên li El Hudeydayê hatine xistin. Nayê zanîn ku ji hêzên hewayî yên Îsraîlê çend balafir beşdarî operasyonê bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu der barê bomberdûmana ku îro li dijî Yemenê pêk anî de îşaret bi êrîşên hewayî yên li ser Yemenê kir û got, “‘Em nû dest pê dikin’.”
Milîsên Hûsî yên Yemenê roja Şemiyê êrîşeke mûşekî li ser Telavîvê pêk anîn û di vê êrîşê de 16 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî vê êrîşê gef xwaribû ku dê bersiva Yemenê bide.
Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, ji destpêka Şerê Xezayê ve bi fuze û balafirên bêmirov (ÎHA) li dijî Îsraîlê êrîşan pêk tînin. Hûsiyan her wiha keştiyên bazirganiyê yên li herêmê bi hinceta ku bacan dibirin Îsraîlê dikin hedef. Balafirên Îsraîlî berê jî li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîbûn. DYA û Îngilîstanê jî bi mehan e hedefên Hûsiyan ên li Yemenê bombebaran dikin, bi hinceta ku bazirganiya deryayî tehdîd dikin.