Nivîsar

DE WERE XAL.. 

Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” qala serxwebûna Kurdistanê ji dil û bi bahwerî neanî liser zimanê xwe..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” bi kelecanek bahweriya Kurdistana serbixwe nedaye me..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” li hember dijmin û neyaran de serê me bilind nekir..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” bi hestên evîna Kurdistanê hêstir ji çavên xwe nebarand..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” li pey doza șehîdek nemir ne giriya..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” êșa nava dilê dayikên Kurd xênik nekir..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” sêvî û êtîmek ango zarokek Kurd ji dil himbêz nekir..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” li eniya șer û li çeperan de nebu stûna bahweriyê ji bo Pêșmerge û șergelên Kurdistanê re..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” bi serbilindî Ala Kurdistanê wekî te bilind nekir..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” nikare dijminên me bitirsîne û êdî dijminên xwînmij jî hêsêba gotinên serokên Kurd nake..Bahwerke xal, piștî Te em mane bê doz û bê serok..Bahwerke xal, piștî Te tu “serok” nabe serok..Bahwerke xal, piștî Te me jî ji bo tu kesî re negot serok..Bahwerke xal, piștî Te, ne em wekî xwe ne jî tiștek wekî me nemaye..Bahwerke xal, ger tu nebî Xwedê jî berê xwe nade me. Ew jî kerr, qwîr û lal dibe..Em xerîbê Te ne, me beriya Te kiriye. De were Xal çavên me li ser deriyê xewșa hêviyê de daliqandî ma. De were xal..De were ez xûlam.De were..Ç. Omerî

Back to top button