Polîtîk

Serok: Hilbijartin baştirîn çareserî ye

Li Selahedîn  serok Barzanî li gel firakisyona PDK li parlamentoya Kurdistanê civiya û di wê civînê de got, ji bo rastkirina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê hilbijartin baştirîn çareserî ye.Serok Barzanî di civînê de ragihand, “Binpêkirina destûrê û têkdana tewafiqê hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide”Serok Barzanî îro ligel fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li perlemantoya Kurdistanê derbarê rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî û dawî pêşhateyên siyasî yên Iraqê û navxweya Kurdistanê civiya, di civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser referandûm û bûyerên 16ê Cotmehê û behsa wan sedeman kir yên hiştin gelê Kurd gavan berve referandûmê bavêje.Serok Barzanî tekezî li ser wî yekê kir, binpêkirina destûrê, têkdana tewafiq û hevsengiyê û nehiştina hevbeşiyê ji aliyê desthelatdarên Iraqê ve, hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide.Di beşeke din de Serok Barzanî amaje bi qurbanîdan û xweragiya hêza Pêşmerge da, ku rê li ber serkeftina plana neyaran girt û hevkêşe di qazanca gelê Kurdistanê de bidawî anî. Tekez kir ku, ji bo rastkirina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê hilbijartin baştirîn çareserî ye. 

Back to top button