Civak

Daxûyaniya serokatiya herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi daxûyaniyekî bi tundî êrîşa Hewlêr şermezar dike .

Daxûyanî:

Bi tundî wê tawankariya tirsinok şermezar dikîn ku nîvroya îro li Hewlêrê karmendekî Konsolxaneya Tirkiye û hemwelatiyeke Herêma Kurdistanê kiriye armanc û li encamê da her dû yan canê xwe ji destdan û hemwelatiyeke din jî birîndar bûye.

Di demek da pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyan dikîn û hêviya başbûna bi lez ji bo wî birîndarî dixwazîn, dûpat dikîn ku rê nadîn asayîşa Herêma Kurdistanê bê aloz kirin û dûvdaçûn û lêkolîn ji bo destgîrkirina tawankaran berdewame, heta ku bêne peydakirin û bigihin sizayên xwe.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
17.07.2019

Back to top button