Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa îro ya li Hewlêrê bi kiryareke “tawankarî” bi nav kir û ragihand: “Em serxweşî li kesûkarên qurbaniyan dikin û em hevxemê wan in.”

Di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye:“Em bi tundî vê bûyera tawankarî şermezar dikin ku îro nîvro li xwaringeheke Hewlêrê çûbû û di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî canê xwe ji dest dan û hevwelatiyekî din jî birîndar bû.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em hemû aliyan piştrast dikin ku aliyên pêwendîdar ên Kurdistanê mijûlî lêkolînê û lidûvçûnên ciddî bo dîtina encamderan û sizadan wan in.”Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi ti awayî rê nayê dan aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê bihê têkdan.”

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: