Armanca Êrîşa Hewlêrê Aramî û Asayiş e

 

Nasnameyên êrîşkar çi dibin bila bin, armanca erîşê, ku li paytextê Herêma Kurdistanê bo ser restoranek hatiye kirin, aramî û aşayişa Herêma Kurdistan e, pêkvejiyan e.

Bê guman êrîşa hanê ne yêkan e. Berê jî êrîşa bi vî rengî hatiye çêkirin ,lê belê negihîştine armanca xwe. Êrîşa vê care jî wê negihîje armanca xwe.

Em bi tundî erîşa hanê û hêzên tarî û nehezên Kurd yên ku li pişt vê êrîşê ne, mehkum dikin. Serxweşiya xwe pêşkeşê malbatan, ku bûne qurbane erîşa hane dikin û şîrîkê xema wan in, daxwaza şifayê xêrê bo birîndaran dikin.

Divê hêzên asayişa Herêma Kurdistan êrîşkaran û hêzên tarî yên ku pişta vê erîşe ne, eşkere bikin.

17 Tîrmeh 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Nerîna min :