Civak

Dawiya jiyana 3 jinên ciwan

Li devera Diyadîn qeza Agriyê, 3 jin di xaniî de hilawistî hatin dîtin. Li gora agahdariyan Ozlem û jina xalê wê Şerîban , ew demek bû bê deng bibûn û naxweyan. Li ser vê yekê mirovên wan pirsa wan kirin û li wan geriyan. Piştî çend rojekî cesedê herdu jinan di xaniyek bê xweyî de hilawistî hate dîtin. Temenî Ozlem 18 salî û yê Şerîban jî 21 salî bû.

Herweha li gundek din yê Diyadînê jinek bi nave Saniye ku temenê wê 20 salî bû, li male cesedê wê jî hilawestî hate dîtin. Niha lêpirsînek berfireh tê kirin, ka gelo van jina bi xwe dawî li jiyana xwe anîne û xwe kuştine yan jî bi awayek din ji teref hinekan ve hatine dalikandin û bi vî awayî hatine kuştin. Niha berpirsiyar sedema mirina van hersê jinên ciwan digerin.

Back to top button