Wezîra bazirganiyê ya Swêdê îşev li Hewlêrê ye
Eva Björling wezîra bazirganiyê ya Swêdê bi serokatiya şandeyeke bazirganên swêdî îşev demjimêr 11:15 li gor dema Hewlêrê digihêje herêma Kurdistanê.
Li gor malpera Kurdistan TVê, wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya pê ra dê li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Sînan Çelebî wezîrê bazirganiya herêma Kurdistanê û felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bê pêşwazîkirin.
Di daxiyaniyekê de li dor sersna şabdeya bazirganiya swêdê, Sînan Çelebî got: ” Şandeya bazriganiya swêdê bi serokatiya Eva Björling wezîra bazirganiya hikûmeta Swêdê serdana herêma Kurdistanê dike û pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navera Stokholim û Hewlêrê de gotûbêj bike.”
Weke tê zanîn di 18ê vê mehê da şandeyeke mezin a Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî bi serokatiya Lubna Qasimî wezîra bazirganiya Îmaratê û di 25ê vê mehê da şandeyeke bazirganiya Almaniyayê bi serokatiya cîgirê wesîrê bazirganiyê serdana herêma Kurdistanê kir bû.