Polîtîk

Barzanî: Ev ne azadiye, ev xerabbikaranîna atmosferê azadiyê ye

Îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê beşdarî civîna normal ya parlamentoya Kurdistanê bû û di civînê de li ser rewşa herêma Kurdistanê û serdanên xwe yên bo Tirkiyeyê û Fransayê gotarek pêşkeş kir.

Serokê herêma Kurdistanê li ser rewşa Îraqê a piştî hilbijartinên parlamentoyê got:

– Piştî hilbijartinan Îraq ketiya nav kirîsekê da. Di vê çarçoveyê da helwesta me Kurda eşekereye ku ew jî ewe em nabin beşek ji pirsgirêkan, em dê bibin hokarê çareseriya wan arîşeyên hene. Ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê bernameyê şandeya herêma Kurdistanê eşekereye. Ji bo kurdan kes ne giringin, a giring bernameyê hikûmta nû a Îraqê ye. Bi taybetî meseleyên çarenivîsaz û bicihkirina madeya 140ê giringin.

Barzanî di gotara xwe da behsa têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û got:

– Têkeliyên me bi Tirkiyeyê ra di sewiyeke baş da ne. Dewleta Tirkiyeyê roleke karîgerli ser deverê bi giştî û herêmê bi taybetî heye. Ji ber hindê pêşveçûn û xurtbûna têkeliyên me bi Tirkiyeyê ra dê bibe sedemê zêdetir aramî, îstîqrar û geşbûna aboriya herêma me. Di vê çarçoveyê de ez weke serokê herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê hatîme vexwandin û dê di demek nêzîk de vîê serdanê pêkbînim. Ev jî ji bo zêdetir kûrkirin û bihêzkirina têkeliyan û zêdetir lihevtêgihêştinê ye.

Serok Barzanî di gotara xwe da ew yek jî ji parlamenteran ra got ku piştî serdanan Tirkiyeyê ew dê serdana Firansayê jî bike ku berîya demekê Fransa ew bi fermî vexwandiye ku serdana Fransayê bike.

Di dawiya gotara xwe da serokê herêma Kurdistanê behsa rewşa emnî ya herêma Kurdistanê kir û got:

– Nuha rewşek li Kurdistanê çûbûye ku hind nemayae hêz û îmkanên me li ser rêbaza xwe bide aliyekî û armancên me li ber çavên me berze bike. Jiber hinê zelalkirina vê rewşê gelek pêwîste. Xebat, têkoşîn û qurbniyên me ji bona serbestî û azadiyê bûn. Ji bo hindê bûn ku em xwediyê îradeya xwe bin û kerameta mirovê kurd ya parastî be. Şukir ji bo Xweda bi xêra xwîna şehîdan û tekoşîna hemû aliyan, piştî gelek qurbanîdanê, ev destketiyên nuha hene bidestve hatin. Welatê me azad e û me îdare û hukimdariya xwe heye. Îro em xwediyê welêt, xwe û kasatiya xwe bi xwe ne. Vêça çi feydeyê wê heye em bi destê xwe tecrûbeya xwe neşirîn bikin? Çi fêdeya wê heye em tesewireke nerast li ser herêma xwe û kesatiya kurd nîşa xelkê dinyayê bidin?

– Ev ne azadiye, ev yek xerabikaranîna atmosferê wê azadiyê ye ya ku bi tekoşîna hemû aliyan bidest hatiye. Nabe êdî ev yek bê qebûlkirin. Nabe êdî azadiya hevwelatiyan û mafên wan li jêr perdeya azadiyê bên binpêkirin.

– Em pêşwaziyê li rexneyên erênî dikin û gelek başe kêmûkasî bên destnîşan kirin. Lê rewş ji wê yeke derketiye û bûye neşirînkirina sertaserî welêt. Yektir tawanbarkirin û navpîskirina hevdu pêwendê bi rexne û azadiya raderbirînê ve nîne. Divê bi mesulane li hember her bûyerekê û diyardeyekê li herêma Kurdistanê teamilên bikin. Ew alozî û kaosa vê dawiyê li Kurdistanê serhilday, di rastiyê da ew îstîxlalkirina bûyerekê ji bona bidestxistina hindek îmtiyazatên siyasî li ser hisaba xwîna gêncekê kurd bû.

Back to top button