Nivîsar

Pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye

Pêwendiyên  Kurdistanê û Tirkiye

Gelek caran pêwendiyên di navbera desthilatdariya Kurdistana Başûr û Tirkiye, bi awayên cuda têne nirxandin. Heta gelek caran desthilatdariya Kurdistanê ji bo cureyê têkiliyan li gel Tirkiye, tê rexnekirin. Lê dema mirov pêvajoya pêwendiyên Kurdistana Başûr û Tirkiye baş berçav re derbas bike û biçekî jî objektîf li bûyeran binêre, dê nirxandin jî bi awayek rastir bêne kirin.

Sala 1991-ê dema Kurdistan azad bûyî, Tirkiye tu cara heyîna Kurdistanê hezim nekiriye û bi tundî rewşa Kurdistanê, xirabî şirove dikir û Kurdistan wek dewletek federal di Iraqê de qebûl nekiriye. Heta Li deriyê Brahîm Xelîl  gotina ku “ Hun xerhatin Kurdistanê“ ji bo wan problemek mezin bû. Ji ber ku ew gotina  li ser heyina xwe wek tehdîdet didîtan.Wan tehemila gotina Kurdistanê nedikiran,. rakirina ala Kurdistanê li ser xaka azad tu carî qebû nedikir. Heta desthilatdarên Kurdistanê wek serok eşîr bi awayak çavgirtî dinirxandin. Ev nirxandinên Tirkiye  di derbarê Kurdistanê de bandore xwe li gelek Kurdan jî li Bakurê welatê me dikira.

Di hinek qonaxan de pêwendiyên mecbûrî di navbera desthilatdariya Kurdistanê û Tirkiye de çêdibûn, lê cardin kurd wek desthilatdarên Kurdistanê qebûl nedikiran. Gelek caran di medya Tirkî de dihat gotin ku, em dive Kerkûk û Musil vegirin û ew axa meye.

Lê piştî demekî cureyên pêwendiyên di navbera desthilatdariya herêma Kurdistanê û Tirkiye de hatin guhertin. Ev guhertin jî taybetî di dema hukumeta Ak-Partiyê de pêkhatin. Piştî prosesek diplomatîk û pêydakirina zemînek erênî, hukumeta Tirkiye ji dev gotinên  “Kerkûk  ya meye“ , yan jî “ka em bikevin Kurdistanê dagir bikin“ berdan û siyasetek li gora mercên herêmê rêve birin. Di encama siyaseta serkeftî û istiqrar ya desthilatdariya Kurdistanê de,  wezîrê derve yê Tirkiye bi serdanekî fermî hate  Hewlêra paytextê Kurdistana. Di bin ala Kurdistanê de li gel serokê Kurdistanê, peyamên gelek erênî di derbarê Kurdistanê de dan.Tirkiye li Hewlêr konsolusxaneya xwe vekir.
 
Dîtina van rastiyan gelekî girînge û dema ev rastî bêne dîtin mirov di  nirxandinên xwe de objektîftir jî dibe. Serdana cîgirê serokê PDK-ê, Neçîrvan Barzanî ya Tirkiye di cureyê pêwendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de prosesek nû vekir. Di encam de Hukumeta Tirkiye bi awayek fermî birêz Mesud Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê bi nameyek fermî dawetê Tirkiye kirin. Herweha Barzanî ev dawet bi nezaketek dîplomatîk qabul kir û dê demek nêzik Barzanî serdana Tirkiye bike û li gora agahdariyan dê serokê Kurdistanê hevdîtinan li gel serokkomar û serokwezîrê Tirkiye bike.  Ev yek ji bo diplomasiya Kurdistanê serkeftinek bi nirxe.

Dema rexna têne kirin, nabê ku mirov li gora berjewendiyên xwe rexna bike û di cih de bi dîtinek teng encamên vê serdanê ji berî destpêbike binirxîne. Siyaseta nevdewletî ne li gora berjewendiyên şexsan yan jî yên partiyên siyasî têne kirin. Diplomasî li gora berjewendiyên netewî têne kirin , û tişta ku dihêle desthilatdariya Kurdistanê di pêwendiyên xwe yên dervê de serbikeve ev siyasete. Vêca dema berjewendiyên netewî li gel berjewendiyîn rêxistinî yan jî yên kesayetî negunce, ev problema wan kesayeta û wan rêxistinane.

Li ser wan rêxistina ferze ku ew xwe û siyaseta xwe li gora berjewendiyên netewî biguherin. Ji xwe heyîna rêxistinan û partiyên siyasî ma ne ji bo destkeftiyên netewîne?

Îro pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye de, gelek berbaşiyê ve diçin. Ev cureyê pêwendiyan jî di vê qonaxê de pêwistiyeke. Eger baş bête nirxandin mirov vekirî dibînê ku, dê ev pêwendî bandora xwe li tevgera Kurditana Bakur jî bi awayek erênî bike. Serdana serokê Kurdistanê bûyerek gelek girîng û erêniye.

29.Gulan.2010
Dara Bilek

Back to top button