Nivîsar

DAIŞ û Kurd û Şoreşa Sûrî

 Irîşa ku iro li ser hereme rojavayê kurdistanê tê kirin, ji sinorê şoreşe Sûrî derketiye, girûpê ku mirove bê olî dikin hin girêdayine bi komarê erabê re yên wek Siûdiyê, û hin bi  Iranê û Rêcîme Sûrî ve, bi tayibet  DAIŞ ( dewlet al-isalam  Iraq û şam ) hata avakirin di bin sistême netewîye Baas Iraqê de, kesên ku bazdabûbûne Sûrî, û li wir rêcîme  Beşar  piştgirtiya wa kir, û grûpê DAIŞ ên yekamîn derketin di deme ku leşkerê Amerîkî li Iraqê bûn, û piraniye we Baasê Sedam bûn, hatine derketin bi kirasê remiyara misilmaniyê ve, û nihe şerê wa dikevê ber bercewendiye rêcîme Beşar Al-esed de. Di destpêkê de role misilmaniyê girtine ser xwe ji ber di sedeme:

1 –  Ji bo irîşê  opezisiyone  Iraqê, yên bi arikariya Amerikiye hatin, li ser xwe bibihûrênin, di deme  ku  leşkerê Amerikî li wirbû, Baasiya xwestin  xwe nêzîkî miletê sinî bikin, hem bi riye  olî ve û hem jî bi riye netewî, wilo jî rêcîme Beşar Al-asad  û piştre ya Iranê piştgirtiye we kirin û pir amadekari ji ware pêşkêşkirin, heye berî Şorşa Sûrî dest pêkê  kampê wa li dore  bajarên Tertûsê  û Dire Zorê hebun.

2 – Serokê ku ji  Baasiyê  Sedam mabûn,  xwestin mijokê girûpê misilmanetiyê bikin bin  bercewendiyê xwe de, û ji wa  qizincekê bigrin, wek şer di Iraqêde gûr û geş bikin, û alikariye orgenizisionê ku piştgirtiye  Al-qaide dikirin bi ser xwede bênin. Daxwaziyê we  ji aliyê olîve yên Al-Qaida ne, û ji aliyê netewîve progame Baas dimeşênin.

   Deme  şoreşe Sûrî dest pêkir gelek ji misilmanê fenatîk di  kampê rêcîme Sûrî de  dijîn û amade dibûn û redikirine Iraqê,  Beşar pilaneke dûr meyzandî danî, ji bo xwe xilaskê ji Şoreşa milet û ji mîdiya û zordestiye welatê sermeyadar, û rê bigrê li pêşiya  hin welatê Ereb. Piştî her demekê plana rêcîmê dihate kuhertin.

1 – Beşar Al-esed dest pêkir fenatîkê misilman ji kampe derxistin, û bi ware çi kesê di bin nave misilmanê de hatbu girtin, ji zindane berdan, lê di bin mercine de, û ji alîkî dîve pir kesê hatibûne girtin di bin sûcne qirêj de hatine azad kirin, lê riya  iraqê li ber we girtin, eu di hindirwê Sûrî de hiştin.  li gor  daxwaziye hin ji komîtê va grûpê misilman, (fetwe) derxistin û dîtin ku şer li Sûrî Çihadeke wek li Iraqê ye, ji ware di destpêkê de hata beyanî kirin ku welatê kafirî-sermiyedar dixwazin bikevine welatê misilmane de bi riye  Şoreşke di bin destê bê oliye û ilmaniya de. Şêxine xwiya di nav orgezisionê misilmanayê aştîde, bi wara kardikin, mijokê we  û karê wa diparêzin û arikariyê ji welatine Ereb digrin û eua pir  (Fetawiyê ) lewitî û qirêj derdixistin, bi navê misilmanetiyê li ser Şoreşe Sûrî, wek  ( fetwe Cihad al-Nikah ).

  Di bin Lozinge ( dijî  ketine deuletê derve di nava Sûriyê de )  xwe dîtin berpirsiyarê parestine Şoreşa Sûrî, Opezisione  derve  ya misilman piştgirtiya wa kirin, di wê demê de, ji komara Beşar Al-esed re nexem bû çi bê kirin, li aliyê wê bê, yan jî li dijî wê bê, ya pêwist eu bû ku girûpne nuh di nava şoreşê de peyde bibin, de  rexin û irîşên wê ji serhildane  şoreşê re rastbin di nava  midiya welatê derve de, bi teyibet ên  giring wek Amerîka û Rusiya û Birîtaniya.  piştî salekê ji Şoreşê ev girûp  hatin  parastin di bin  sihe ( mezhebê ) Sinî de, wek hata xwiyakirin, ku  destpêke tektîke rêcîme  Beşar  û Iranê xwestî hate pêkanîn, û wek ku plankirin cêbû.

2-    Parcê didue ji plana wa, xwestin  Şoreşê piştî demekê ji warê wê derxin û bixine bin warên kuştine olî de, yan şerê bire kujî, di navbere ol û netwên Şûrî de. Neme  xem bû ji wara ku  DAIŞ  bikevê bin  leşkerê  Şoreşê de, di bin navê Al-Qaide,  û Şoreş bê guhertin, û bê  girêdan bi Sinêye ve, wilo Komara Beşar û Iranê DAIŞ û  Nesre berdana nav leşkerê azad,  û bi navê Şoreşê axivtin, xirabûnên pir mezin bi  miletê Sûri û Şoreşa wî kirin, hem  di hindirû de û hem jî ji derve. eve ha bû sedeme yekê ji gelek  welatan re  wek Amerîke û Biritaniye  û h..d…ku elîkariyê ji Şoreşê re biseknênin, yan ji kêm bikin.
  Plana didue, Yak ji sedmê herî giringe ku Berak Obama û Berlemana Biritanî nexwest li rêcîme Sûrî bixin, demekî şîretvanê wan dana xwiyakirin ku wê bi qelskirine rêcîme Beşar re girûpê Têrorîst xûrtbibin.

   Iro di nava piraniya miletê Amerîkî de tê gotin ku ji wara nexeme rêcîme Sûrî bimênê yan herê, ji ber dijminê wayi yakemîn girûpên misilmanene ên   girêdayine bi Al- qaide ve.

3 – Rêcîmê û Iranê Parçê sisiye ji plana xwe di dawiye sala didua de destpêkirin. di nava şoreşe sûrî de şerekî navxweyî peyide kirin, piraniye zemîne ku  leşkerê azad  ji destê rêcimê derxistbû; DAIŞ û Nesra hatin dest li serdanin bi darê zorê, û gelek cara bi şer sitandin, di wirde bi navê Komara misilmanti bankirin,  û dana xwiyakirin ku wê li ser  ( Şerîate Qoranê ) milet bimeşênin, û di bin navê Şerîatê de gelek ji milet kuştin bi rêne pir pîs, û her kuştinek yan zordestêke hovîtî   taipkirin, eu kasêt hatine belavkirin, li ser  midiya, de navê Şoreşê bê lewtandin,   ev ji hemû di kete bin  qiznciye rêcîme Ased de, welatê derve  dîtin ku Şoreşa Şûrî ye ku bi aştî destpêkiribûn û lozengê  wek rexnandine  sistême rêcîmê di hildan, nemeya yan jî windabûya, tiştê ku tê avakirin welatekî dibin sihe misilmanê radikal de,  û destûre Qoranê tê danin, û diktatorîkê dixwazin avabikin bi rengekî  ne cêtir ji ya Beşar Al-asad.
 Wek ku tê xwiyakirin heye iro DAIŞ ne ketiye şerekî kûr û ferh bi leşkerê rêcîme Sûrî re, ji destpêke  beyaniya wa, berê xwe dane miletê ne Areb, û ne misilman, wek irîşe wana li ser gundê Izîdiya li Ifrînê, û gund û tarikê filehe.  pir pêwîste mirov bizanibê cime heye iro wa irîşî gundê Elewiyan nekirine!?.

Xeleke didiwe  tê…..

Dr. Mahmoud Abbas

USA

[email protected]

Back to top button