Polîtîk

Hilbijartina Kurdistanê hengaveke berev serxwebûnê

Şemiya derbasbûyî Hilbijartina Parlemena Kurdistanê li rewşeke aram de hate encamdan û eve jî dengvedaneke li medya cîhanê de pêkanî û beşekî zêdeyê medya cîhanê bi girîngî ve temaşa hilbijartinên Parlemena Kurdistanê kir.

Kanala BBC ku her li gel destpêkirina hilbijartinê de bi berdewamî hilbijartinê dişopand, bi girîngî ve behsa ewe kir ku li rewşekî hestiyar de li Rojhilata Navîn Kurdan hilbijartinê encam dan. Heman demî de dide zanîn ku ev hilbijartin ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû cîhanê de, dîrokiye. Her wiha BBC Herêma Kurdistanê bi awayeke cûda ji Iraqê wesif dikeû dibêje eger li rûyê asayîş û aramiyê ve behs bikîn, Herêma Kurdistanê herêmeke bi tevahî ji hemû beşên dinê Iraqê cûda ye. Her wiha li beşekî dinê rapora xwe de behsa piştî sala 2003 ya Herêma Kurdistanê ya li ser destê Hikûmeta Herêmê û Partiya Demokrata Kurdistanê li rûyê veberhênan û aboriyê ve gelek pêşketiye û berdewamî jî ew geşbûn berfirehtir dibe. 

Heman awayî Sky News, medya Tirkiye, Iran, Elmanya, Reuters, Associated Press kovara Time, medya Îtalî û gelek malper û ajansên dinê nûçeyî behsa serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikin.

Back to top button