Polîtîk

Semînera Zeynelabidin Zinar Li Weqfa Îsmail Beşikcî

Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar  21.09.2013 / Saat: 17.00 semînerek li Weqfa Îsmail Bşikci li ser Zimanê Kurdî û çar zaravayên wî da. Beşdarên semînerê bi piranî xwendekarên zanîngehan bûn û hin kesayetiyên weke Dr. Omer Uluşay, Îbrahîn Gurbuz, Silêman Amedî û televizyona Rudaw, ya Kurdistan Tv û hinên herêmî beşdar bûne.

Piştî agaftina Zinarî, gelek pirsên balkêş hatine pirsîn û saet 19.00 semîner bi dawî bû.

Nivîsa axaftina Zeynelabidin Zinar  ev e li jêrê:

ZIMANÊ KURDÎ Û ZARAVAYÊN WÎ

– Binavê Xwedayê dilovan…
– Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.
– Spas ji bo Weqfa Ismail Beşikçî û karmendên wê jî ku çalakiyên wisa bi rêk û pêk didin meşandin.

Çewa ku hûn jî dizanin, naveroka semîneka me, Ziumanê Kurdî û Zaravayên wî ne. Gotina ewil ev e:

ZIMAN ÇI YE?

Pêşî gotineke Xwedayê mezin, dê bînim bîra we:
Xwedê di Ayeta pêşî ya Quranê de weha gotiye:
IQRE… Ango bixwîne…
Ew welatê ku qelem û xwendin lê neyên bikaranîn, mirî ye.

Gorbihişt Ehmedê Xanî jî di destpêka Memozînê de gotiye:
Sernameyê name namê Ellah
Bê namê wî na temam e wellah  (Eehmedê Xanî)
 
Dîsa ez ê vegerim ser gotina Xwedê ku derheq zimaman de gotiye:
1- ”We min ayatihî xelqussemawatî wel erdî we ixtilafû el sînetî kum we elwanikûm.”
Bêguman reng û zimanê xelkê erd û asîman ên ji hev cuda, her yekê ateyek ji ayetên min in. (Ayet 22, Sûret Rûm).

Xwedayê dilovan di Ayeteke din de jî weha gotiye:
2- “We ma erselna min resûlîn illa bi lisanî qewmî hî, lî yûbeyyîne lehum…”
Bêguman pêxember nehatine hinartin îla bi zimanê wî qewmî hatine hinartin. (Ayet: 4, sûret: Îbrahîm).

– Xwedayê mezin, 124 hezar pêxember hinartine.
– Ji wan pêxemberan 313, xwedan-umet bûne.
– Xweda ji bo her miletekî, pêxember rakirine û bi zimanê wan fermanên xwe daye gotin.

Baş e, di nava hewqas pêxember de gelo yên Kurd nebûne?
Li gor hin çavkaniyan:
– Nûh Pêxember Kurd bûye.
– Îbrahîn Pêxember Kurd bûye.
– Li navçeya Eglê gora 9 pêxemberan heye.

Em ê vegerin ser babeta xwe ya bingehên:

Bêguman ziman ew pîrozî ye ku miletek pê his, daxwaz û vîna xwe eşkere dike.

Ew dengê ku ji qirika her miletekî derdikeve, ji her yekê re îşaretek hatiye peydakirin.  Ji van îşaretan re  bi kurdî TÎP hatiye gotin.  Bi erebî û tirkî jî HERF hatiye gotin.

Bêguman eger ne ji ziman be, nayê zanîn ku mirov çi ye û çi tişt e. Ji ber hindê pîvan û kêşana jiyana nirxên netewî, bi bikaranîna zimanê nijadî ve girêdayî ye.

Ji ber hindê, li dinyayê tiştê herî pîroz, ziman e. Herweha ziman rihê netewî ye. Dema ew rih ji holê rabe, mirov jî wek netewe mirî tê hesibandin.

Di mesela zimên de, cûn û çînayetî, ol û rêçik, partî û komelayetî, cemaet û qefle, zayend û sermaye nînin.

Zimanê Kurdî jî, ew ziman e ku Neteweyê Kurd pê dipeyive. Kurd jî wek hemû miletan, bi vî zimanî his, daxwaz, dîtin û ramanên xwe eşkere kirine û dikin.
Dema mirov bi zimanê kurdî bipeyîve, divê ku mirov li gor Toreya Kurdî jî bilipike. Ji ber ku bingeha zimanê Kurdî, nijada Kurd e.

WELATÊN LI DINYAYÊ Û NIFÛSA WAN:

– Îro li dinyayê 268 welat hene (Rapora CIAyê 2006).
– Welatên ku wek dewlet li dinyayê hatine naskirin, 193 ne.
– Welatên ku wek dewletên serbixwe hatine naskirin, 181 in.
– Welatên ku endamê Yekîtiya Neteweyan in, 171 e.
– Nifûsa dinyayê ya îro, 7 milyar û 380 milyon e.
Ev welat û ev kesên li dinyayê ku niha dijîn, di serê pêşî de bav û kalên wan tev, bi 8 zimanan peyivîne.

HEŞT ZIMAN
Ji van 8 zimanan re, bi kurdî Famîle tê gotin.
Ew 8 famîleyên zimên cuda ev in li jêrê:
1-  Famîleya Hindoewrûpî   
2-  Famîleya  Koreyî
3-  Famîleya  Japonî
4-  Famîleya  Çînî
5-  Famîleya  Taylavî
6-  Famîleya  Semîtî
7-  Famîleya  Uralî
8-  Famîleya Fîn- ogrî

Famîleya herî mezin û ku xwedanê 40 dewletên nûjen û dewlemend e, Famileya Hindoewrûpî ye.

ZIMANÊ KURDÎ Û ZARAVAYÊN WÎ:

Navê zimanê Neteweyê Kurd, Zimanê Kurdî ye.
Hin caran ji vî zimanî re  “Zimanê Kurmancî” tê gotin. Ev gotin şaş e û zimanek li dinyayê bi nave “Zimanê Kurmancî” tune.

Zimanê Kurdî ji famîleya Zinamê Hindoewrûpî ye û Neteweyê Kurd ji nijada Arî ye.
Hemû miletên ku bi vî zimanî dipeyivin, ji nijada ARÎ ne.

Gelek rojhilatnas û zimanzanên biyanî, pejirandine ku zimanê Imperatoriya MADê, maka zimanê kurdiya îro bûye, weha gotine: ”Êl û hozên Medan, di serê pêşî de bi yek zimanî peyivîne û yek alfabeyeke 36 tîpî bi kar anîne. Alfabeya wan jî, ji aliyê çepê ve dihate nivîsandin.”

Divê neyê jibîrkirin ku  Zimanê Kurdî û Toreya Kurdî di Sedsala Bîstî de, bi berxwedan û haledana van çar saziyên kurdewarî hatine parastin:
1- Medreseya Kurdî
2- Rêçika şêxantiyê
3- Toreya Axatiyê.
4- Dibistana Zindî (çîrokbêj û dengbêj).

Zimanê Kurdî yê niha, dabeşê ser çar  şaxên cuda bûye. Ji van şaxan re ZARAVA hatiye gotn. Ew çar şax ev in:
– Kurdiya Rojava
– Kurdiya Rojhilat
– Kurdiya Başûr
– Kurdiya Goranî

Gotina ku dibêjin “Zaravayê Kurmancî”, “Zaravayê Soranî” û “Zaravayê Kirdkî” ango ZAZAkî, rastiya vê yekê tune.

Herweha di van her çar zaravayên ku behsa wan li jorê hate kirin de, 33 devokên cuda hene.
Tenê di kurmancî de 11 devok û di Kirdkî de jî 3 devok hene.

JIMARA KURDAN
Hinek dibêjin jimara Kurdan 40, hinek dibêjin 50 û hinek jî dibêjin 60 milyon e.
Li jorê hate gotin ku 171 welatên endamên Yekîtiya Neteweyan hene.
 Gelo jimara Kurdan weke ya çend ji van welatên endam heye?

Li gor axaftina serokê Hevkariyê di Newroza 2012an de li Stockholmê, jimara 53 welatên endamê Yekîtiya Neteweyan, weke jimara Kurdan tune.

DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ
Dîsa em ê vegerin ser mesela zimên:
Ji bo ku dewlemendiya zimanekî bête zanîn û pê şaxên zanistiyê bêtin nivîsandin, divê ku wî zimanî qalibê nîşan, pîvan û kêşana xwe, li gor van çar xalên li jêrê wergirtibe. 

a) Qalibê Yekemîn: Di vî qalibî de, 9 xalan hene:
1- Dengsazî
2- Bêjesazî
3- Hevoksazî
4- Zaravasazî
5- Kêşesazî
6- Ferhengsazî
7- Watesazî
8- Rênivîs
9- Dîroka bingehîn a bêjeyan

b) Qalibê Duyemîn: Di vî qalibî de, piraniya peyvên di zimên de nav in. Mînak: Weke nan, av, xwê, pîvaz, zebeş, îsot û gwd.

c) Qalibê Sêyemîn: Di vî qalibî de, divê peyvên hevwate (sinonim) hebin. Mînak: Wisa, were, wilo, halko, welê û hwd.

d) Qalibê Çaremîn: Di vî qalibî de divê daçek hebin. Mînak: Daçeka BI-RE, DI-DE, JI-RE û daçeka bê paşdaçek ku LI ye.
(li texte binivise)

Ha ev tiştên ku hatin gotin, tev di Zimanê Kurdî de hene.
Ji van zêdetir, Zimanê Kurdî ji aliyê Gotinên Pêşiyan, Biwêj, meselok, leqemok, pêkenok, lawje, heyranok, lawik û bacî, stiran, çîrok û çîrvanokan ve jî pir dewlemend e.

Herweha Zimanê Kurdî ji aliyê mirovatî û wekhevîtiyê ve jî, li rajora gelek zimanên dinyayê ye.

Wek mînak: Di Zimanê Kurdî de peyva pronavê pirane ji pronavê yekane re nayê gotin.
Wek mînak: Eger Xwedayê mezin be jî, jê re dibîjin TU, ji kesekî tenê re pronavê HÛN nayê gotin.

Lê belê di Sedsala 19 û 20î  de, rûxandineke mezin hanîne serê Zimanê Kurdî. Xasma jî di Sedsala Bîstî de, ew qedexetiya li ser kurdî, ew cezayê wek dirav ku ji kesên bi kurdî diaxivîn dihate stendin, herweha şewitandina berhemên kurdî û mandelakirina hemû heyînên nivîskî yên Kurdan, Zimanê Kurdî ji qalibê wî derxistin.

Bêguman ew atara ku hatiye serê Zimanê Kurdî, eger hatiba serê çi zimanî, niha ew ziman tenê dê wek goristan hatibûna xuyakirin.

Giringiya Yekbûna Alfabeyê:
Zimanekî Standart, An Alfabeyeke Standart?
Li gor lêkolînên zanistiyê, zarava û devokên cuda xisarê nadin Yekîtiya Zimên. Lê tiştê ku xisar dide, ne yekbûna alfabeyê ye.

Bi kurtî ger bê gotin, Folklora Kurdî, nîşan û adana jiyana Çanda Kurdî ye. Îcar  em ê lê binerî ka çi di vê xizneyê de hene:

01- Gotinên Pêşiyan:         
02- Kilam û Stiran.
      5 000 sal bewrê strana kurdî hatiye gotin.
03- Dîlok
04- Bacî
05- Lawik
06- Payîzok (di karê payîzê de tên gotin)
07- Meselok.
08- Pêkenok.
09- Leqemok
10- Lawij/lawje (Kêş, qafiye, nikl).
12- Xweşbêjî.
13- Mamik.
13- Bwêj/biwêj
14- Şîret û Nesîhet.
15- Serpêhatî.
16- ÇÛROK.
    – Çîrokên Rawilan (fabil).
    – Çrokên Mirovan
    – Çîrokên Têkel.
    – Çîrokên Kurt
    – Çîrokên Dirêj.
17- ÇÎRVANOK

– BINGEHA ÇÎROKA KURDÎ: 133 tişt
– NEXŞEYA ÇÎROKA KURDÎ: 
  
Bajarê Şerqê û bajarê Xerbê (Diyarbekir û Stenbol) Asya, Ewrûpa û Efrîka

ÇÎRVANOK: Tev fentezî, derdemî û bêsînor û bêber e.

Berî ez dawî li axaftina xwe bînim, dixwazim bibêjim ku:

– Dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne.

– Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike.

– Mirov xwe ji kirina xirabîyan dide paş.

– Bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe.

– Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire.

– Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe.

– Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike.
   Û bi dehan xeysetên baş ên wisa…

Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bav, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya welatê xwe bi wan bidin naskirin.

– Bêguman çi neteweyê ku zimanê xwe neparêze û li gor toreya xwe nelipike, ew netewe di ber mirine de ye.

–    Herweha çi neteweye ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kêlik e.

–    Lê eger folklora wî neteweyî hebe û xwedîtî li folklora xwe neke, ew netewe goristaneke bi kêlik e.

Yanî neteweyê bêtore û bêfolklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e.

Le eger ew netewe xwedîtî li tore û folklora xwe bike, hinge ew gulistaneke şên e û di rengê deryayeke bêkevî û bêbinî de ye.

NIVÎSANDIN
Amaca nivîsandinê çi ye?

1- Di nivîsan de, bikaranîna bêjeyên alecî.

2- Bikaranîna rênivîsê (Ez çûm Stembolê)  (TEXTE BINIVIS)

3- Danasîna bûyerekê.

4- Danasîna ramanekê. (Amac çi ye ku dinivîse?)

5- Nîşandana riyeke rast

Berî ez axaftina xwe bigehînim dawiyê, hêviya min ji rewşenbîrên Kurd, ji siyasetmedar, rîspî, salxur û kalemêrên Kurd ev e ku xwedîtî li ciwanên Kurd bikin. Lewra ew pêşeroja nijad û warê me ne.

Piştî Cuntaya 12ê Êlûna 1980yî, ciwanên Kurd bêxwedî û bêpêşeroj hatine hiştin. Sedemê wê jî diyar e û em tev dizanin.
Niha ciwanên Kurd ên salên 80, 90 û vê dehsala serê Sedsala Bîstûyekê, ji aliyê bîreweriya xwe ya taybetî ve, pir li paş mane. Ji ber ku wan dinyayê, pêşeroj û pêşbîniya xwe tenê di pencereya dewletê re dîtine.

Ev rewşa wan, ji ber ihmalkariya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên salên 50, 60 û 70yî çêbûye. Lewra wan berpirsyariya xwe bi cih neaniye û ciwanên me sûd ji zanîn, serpêhatî û tecrûbeyên wan wernegirtine.

Hêvîdar im ku hûn bi çavên merhemetê, bi dilekî dilovan, bi vîneke vîndar û bi daxwazeke lezgîn li ser vê babetê rawestin û tiştê ku ji we tê, bikin. Hingê hûn berpirsyariya xwe ya mêjûyî jî bi cih tînin.

Hêviya min ji ciwanên Kurd jî ev e ku ew bixwînin, guh bidin rewşenbîr, siyasetmedar, rîspî, salxur û kalemêrên Kurd.
Herweha bav û kalên xwe jî binasin, xasma jî berhemên Klasîkên Kurdî û Folklora Kurdî bixwînin.

Mesela zewacê jî pir girîng e. Çi xortê Kurd be, çi keça Kurd be, bi hemcinsên xwe re bizewicin û ajara xwe bidin domandin. Zarûkên xwe jî bi xwendin û zanînê perwerde bikin.

Spas jib o ku min zemanê we girti, her şad û bextewer bin…

Rojeva Kurd/Stembol

Back to top button