Ciwanên Kurdistanê

Tevgera cuwanê Kurdistan ê  gurubek  bibîr û bawerî ya Kurdistanek azad  û serbixwedene,  ev gurup li bakûrê  Kurdistanê de valatîya  xwedî derketina  nirx û  netewperverî yê dit.

Jibon kû ji nuvre lêxwedîderketina  nirx  û  bilindkirina  daxwaza  serxwebûnê  li qada polîtîk, ya herî girîng ji bo hişmendîya netewî bibe serdest.

Tevgerîyan û hatin gel  hev, cuwanê Kurdistanê  teqrîben ji banzdeh kesen xort di bin  navê Tevgera cuwanê Kurdistan ê   ava kirin komela  xwe,  ev xortana,  berî heman  tiştî lêkolînê   li tevger û şexsîyetî  kirin,  ji bon kû diroka xwe baş zanibin.
Bingeha piskirêka xwe  ji kû digre  û ev pisgirêk çawa derket holê.  Di encama vê xebata lê kolînê de.

Me biryar da kû rêxistinê belav bikin,  me xwe  di ber dewama “ Hêvî  “ ya telebê  di sersala qirnê bista hatibû avakirin ,  berdewama vê cemîyetê dit.    Li diroka serokê Kurd  u Kurdistanê  em li mîrateya wan xwedî derdikevin.

Din av wan serok û rêberan de,  ê kû  piratika xwe,  di partîya xwe de derketîye pêş  nemir, Mele Mustefa Berzanî   ye , tekoşîna wî, jiyana wî,   ji  xwe re numune digrin,  li rêbaza wî de dimeşin.

Heta neha gelek tevger hebûn lê ev nedihat ser meneya tevgereke netewî, ev daxwaz divê kû bê şik be,   bê guman serxwebûnek  Kurdistanînin.

 Di vî warî de Axa me. Ala me, zimanê me, b, siruda meyî Ey reqip,  xet ê meyî  sor  nayê niqaşkirin.  Em tu herekatan  netewî nabînin, ev kêmasî li Bakûrê Kurdistanê heye, me pevedî dit,  ku em xwe li ser van rêxistinan dibinin.

Di encama vê biryarê da li  diroka   koma  sazîyên Tirkîye de cara yekem    navê  Kurdistanî  tê de derbas dibe .

Piştî encama vekirina komelê xebatê rêxistînî li Qoserê,   Cizîra botan, Silopî, Sêrtê heta neha me penç komele ava kirin. Nûnertî ya me li Avrupayê û li Rojava heye.  Komele weka dibistaneke  Kurdî dibinîn, li ser dirok , wêje, Ziman qurs û semîneran didin,  Tevgera cuwanên Kurdistan ê biryara sê emîn qonferansa cuwana li her çar perçê Kurdistanê ve girêdayîne,  li ser navê Tevgerê hevalekî me di qomîte ya amedakarî de cih girt û  di vê qonferansê de nûnerên, j, çar perça nûnere  heftêûşeş  perça cih girtibû. Ev qonferans salê çûyî li qampa Domis hat li dar xistin. İsal jî em  amadekarîya qonferansa çar emîn dikin .

Li bajarê Helepçe wê bê li dar xistin,  armanca me ewe kû cuwanê çar perçê Kurdistanê bên gel hev bicivin  di bin siwana Tevgerê  ji bo yek armanca netewî.

Dewleta dagirker  bi madeyên xoşbir, bizorkirina casustîyê dixwazin kû durî  pirsgirêka civakî û netewa xwe dur bixin, ew dagirkerên em fam dikin kû ji bo çi wusa dikin,  bes em mannê  nadin rêxistin û hereketê Kurda em fam nakin , berî her tiştî wek obje dibînin, yê kû kedê didin ev tê girtinî

Ên li serê çiya, kolana tên kuştin,   lê mixabin li tu ciyan tesîra wan nîne,  cuwanên Kurd bi bandora  ku ew tevgera di navdenin xwe hêsan his dikin. Wek sosyalista, îslamî, liberal, dibînin , êdî şerm dikin kû bêjin em Kurdin Kurdayetê dixwazin.
Dozame dozek netewîye,  divê em xwe  binavkirina Kurdayetê serbilindbin,  divê kû xebatek  polîtîk bikin û cuwan li diroka xwe xwedî derkevin.

Li diroka xwe vegerin  li daxwaz û nirxên xwe yî netewî xwedî derkevin.

Ya din jî beranberî polîtîkaya dagirkeranevê me behsa wan kir bi taybet j, bo madeyên hişbir xelas bibin,  me , piroje amade kirine girêdayîyê rêxistinê yektîya Avrupa em dixwazin van projeyên xwe finans bikin û têxin piratîk ê..

Em Tevgera cuwanên Kurdistan ê  ji heman Kurdan re serxwebûn û azadîyê dixwazin,  di dilê wan de.

Heskirîyê nirxê netewî  hebe derîyê me ji wan re vekirîye . Ji bir nekin  kû êş û azarê em dikşinin bi bê dewlebûna me ye,   xelasîya me bi hev girêdayî ye..    

ZînDîncer

Nerîna min :