Polîtîk

Li parlamentoyê Nêçîrvan Barzanî çi got

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana parlamentoya Kurdistanê kir û li ser pirsa hinartin û firotina nefta Kurdistanê bo derve gotarek pêşkeş kir. Serokwezîr di gotara xwe de behsa hinartin û firotina nefta Kurdistanê kir û got ku, piştî jinavbiririna rijêma dikatoriya Îraqê di sala 2003ê de, herêma Kurdistan ê bi xwesteke xwe çû Bexdayê ji bo avakirina îraqeke nû, îraqeke demokratîk û federal. Serokatiya siyasiya Kurdistanê sala 2005ê beşdarî di nivîsîna destûra Îraqê de kir û ew destûr  li gor madeyên 112, 115, 121 û 141 mafê dide herêma Kurdistanê ku nefta xwe bifroşe.

Ev li jêr çend paregraf ji axaftina serokwezîrê Kurdistanê:

          Yekem karê me li herêma Kurdistanê kirî, me hewilda mafên xwe yên destûrî û qanûna jimare 22 a sala 2007ê a parlamentoya Kurdistanê  cîbicî bikin. Piştî qonaxa misogerkirina çarçoveya qanûnî, me dest bi danûstandinan digel kompaniyên biyanî ku bêne herêma Kurdistanê û di warê neftê de kar bikin kir. Hîngê me ji kompaniyên biçûk dest pê kir heta em gihiştine vê qonaxê ku, mezintrîn kompaniyên biyanî yên weke; Exxon Mobil, Chevron, Total a fransî û Gazprom û gelek kompnaiyên din îroj li herêma Kurdistanê di warê neftê de kar dikin.

          Amanca me ya sereke ew bû ku, em wan mafên destûra Îraqa nû bi me dane bi cî bikin, ne hîngê, ne niha û ne paşerojê jî herêma Kurdistanê amade nîne tenazilê ji yek madeya destûrê bike ku mafê herêma Kurdistanê be.

          Di warê siyaseta neftê de karên me digel Bexdayê di sê qonaxan re derbas bûne; destpêkê Bedayê digot ku, em bi kompaniyên biçûk re kar dikin, yan jî ew karê em dikin ne li gor destûrê ye. Ji bona ku em ji vê meseleyê pişt rast bin ka gelo me mafê destûrî heye, me ev pirs; Gelo herêma Kurdistanê mafê destûrî heye yan na? Ji mezintirîn kompaniya cîhaniya warê yasa û qanûnê kir.  Em têgehiştin ew karê em li herêma Kurdistanê dikin, bê şik, mefê destûrî yê herêma Kurdistanê ye û di vî warî de tu pirsgirêk nebûn. Ew kompaniyên hîngê hatîne herêma Kurdistanê û yên niha di warê neftê de kar dikin eger pişt rast nebin ku qanûn li pişt wane ne momkine karê verberhemanînê li herêma Kurdistanê bikin.

          Me ji wir dest pê kir, Bexdayê em xistin lîsteya reş û ew kompaniyên li herêma Kurdistanê kar dikir xistin lîsteya reş, ev qonaxek bû, ango Bexdayê îtîraf bi karê me dikir nedikir. Ya duyem jî stratejiya Bexdayê ew bû ku, em bi wê yekê tawanbar dikirin em digel kompaniyên biçûk kar dikin, dema kompaniyên mezin hatine Kurdistan, êdî Bexdayê digot ku, em nikarin neftê bo derve binêrin û em dê neçar bin bo Bexdayê veger in. Me deriyê hinartina neftê jî vekir û karê me kirî me di çarçoveya mafên xwe yên destûrî de kiriye. Di destûra Îraqê de tu made nabêjin bi tenê saziya SOMO mafê firotina neftê heye.

          Ji bo me li herêma Kurdistanê çi giringe? Ya giring ewe em ji hindê dilrehet bin ku, ya em ji Bexdayê werdigirin mafê meye, neku hertim li benda Bexdayê bin û hertim gefên birîna budceyê li me bike. Di salên borî de gelek caran Bexdayê gefên birîna budceyê li me kirine. Bexdayê hergav hewildaye budceyê, her demeke bixwaze, weke karta zixtê li dijî herêma Kurdistanê bikar bîne. Ji sala 2005ê were siyaseta me ew bû ka çawa mekanîzmekê peyda bikin ku, êdî Bexda nikaribe gefan li me bike.

          Li ser meseleya neftê jî me deriyê hinatina neftê vekir û ev du sal bûn em di gel Tirkiyeyê di nava danûstandinan de bûn û piştî du salan me digel Tirkiyeyê pirotokolek îmza kir û ew  pirotokol maf bi herêma Kurdistanê dide nefta xwe bo derve binêre. Em sipasiya Tirkiyeyê dikin ku, ew rêkeftinên digel herêma Kurdistanê îmza kirîn bi hemûyan pabend bûye. 

          Dema Bexdayê budceya me qut kirî, hêşta me neft bi rêya Tirkiyeyê bo derve nehinati bû, lê belê em li Bexdayê bûn daku pirsgirêkan çareser bikin. Me hîngê pêşniyar kir ku em rojê 100 hezar varêlên neftê bi rêya saziya SOMO bo derve binêrin û danûstandin digel Bexdayê berdewam bin hata em digehin lihevhatinekê. Lê Bexdayê pêşniyar, însîyatîv û nîyetpakijiya me û kurdistaniyan wernegirt û budceya herêma Kurdistanê nehinart û tu alîkarî bi me re nekir. Eger Bexda budceyê bo me nehinêre, meaşê karmendên herêma Kurdistanê nede, em çi bikin? Ma dibe em dest nav dest rawestin û weke herêma Kurdistanê hîç nekin?  Mafê me ye û divê li gor destûrê  em rêyekê bo vê meselê bibîn in. Em li vir dipirsin bi çi heq Bexda vê li dijî me dike? Gelê destûr wisa gotiye? Nexêr.

          Me ji Bexdayê  re got ku, em bi destûra Îraqê pabendin û neft û gaz milkê hemû Îraqê ye. Em bi vê madeya destûrî re ne û me gotin li ser nîne û em amadene ku, saziya SOMO û Bexda di pirosesa hinartin û firotina nefta Kurdistanê de digel me hevkar bin û hevahengî hebe, lê em kontirolê nadin dest SOMO û em vêna nakin, lê di hemû pirosesê de ser ser û ser çavan werin digel me bin û we şefafî divê yan her tiştê divê em amade ne. Lê me beşe budceya xwe 17% divêt, ya ku Bexda dihinêre 10% ye.

          Tê pirs kirin gelo me çima neft firot? Gelo me ew maf heye? Me biryareke şaş daye?  Ez dixwazim bêjim me  biryara firotina neftê li gor wê yasayê daye ku ji vê parlamentoyê der derketiye. Du bijarde li pêşiya me bûn û viyabû yek ji wan hilbijêrîn; yan vegerîn bo Bexdayê û teslîmî Malikî bin, yan divê em rêyekê ji xwe re bibînin, kîjan? Me bi piştevaniya vê qanûna ji parlamentoya nûneratiya xelkê Kurdistanê dike, bi piştevaniya gelê Kurdistanê biryara duyem da, biryara yekem neda. Em nuha jî ji bo danûstandinan bi Bexdayê re bigihin lihevhatinekê amade ne. Berjewendiya herêma Kurdistanê di wê yekê deye em bigihin çareseriyekê. Lê eger hemû derî li pêşiya me ji aliyê Bexdayê ve bên daxistin, eger Bexda nehat pêş, çi bikîn? Em nikarin rûnin û bê bizav bin û bêjîn nabe em tiştekî bikin.

          Ez îro li vî mînberî dibêjim: siyaseta hikûmeta Kurdistanê eve; Em paşde venager in. Em dixwazin bi diyalogê digel Bexdayê bigihin encamekî. Lê eger em negihin encamekî me bijartên din hene û em dê kar bikin û heta hetayê li benda Bexdayê nabin.

          Di demek kêm de herêma Kurdistanê dikare rojane 250 hezar varêlên neftê bifroşe. Ev serxwebûna êkonomî bo herêma Kurdistanê gelek giringe û me ji encamê vê siyasetê destkeftiyên baş bidest ve anîne. Lê eger bi piştevaiya parlamentoya Kurdistanê û hevwelatiyên Kurdistanê nebe siyaseta me sernakeve. Eger me bivê siyaseta me serbikeve divê em kodeng bin.

          Ez dixwazim hêzên siyasiyên Kurdistanê bi çavê rêalîst li mesela neftê binêr in ku ev destkefityên kesek yan partiyeke siyasî nînin, lê destkeftiyên me hemûyan in, em hemû bi hev re dikarin van destkeftiyan biparêz in. Ew helwestê pariyên siyasî li hemebr firotina neftê nîşnday cîyê rêz û teqdîrê ye û di vê pirsê de wan piştgiriya hikûmeta xwe kir. 

        Me dest bi hinartin û firotina neftê kir, ez we dilrehet dikim ku heta dawiya salê em dikarin rojane 500 hezar bermîlên neftê bo derve binêr in. Me pirsgirêka êkonomî heye, dibe ku yek-du mehên din berdewam be, lê ya ku li vir girine, hevwelatiyên Kurdistanê yên ku meaşî werdigirin bila rehet bin ku meaşê wam nafewite û li hember tehemul û xweragiriya wan sipasiya wan dikim û bila dilrehet bin kum yek dînar ji meaşê wan nafewite.


Back to top button