Polîtîk

CHP ji bo KCK'ê gavek diavêje

CHP ji bo şopandina doza KCK’ê  Alîkarê Serokê CHP yê Suheyl Batum û Sezgîn Tanrikulu peywîrdar kir.

Li gor nûçeyê rojnameya tirk ya Radîkalê rêveberiyên CHP’yê ji ber pêşîgirtina rexneyan amadekariya hîn gavên nûne. CHP ji aliyê raya giştiyê ve weka ku tenê li ser Doza Ergenekonê disekinin.

Alîkarê Serokê Giştiyê CHP Suheyl Batum û Alîkarê Serokê Giştiyê û berpirsî mafên mirovan ya partiya CHP’yê Sezgîn Tanrikulu ,roja duşemê li ser navê CHP’yê tevlî doza KCK’yê bibin. Di doza KCK’yê de Yekîtiya Baroyên Tirkiye û Baroyên Enqere û Stenbol jî amade bibin.

Doza KCK’yê li Dadgeriya Amedê tê dîtîn. Di nava dozê de 103 bersûcdar û 48 kesên dî jî bi awayekî serbest tên darizandin

Alîkarê Serokê Giştiyê CHP’yê Suheyl Batum li ser pirsiyarekî rojnameya Radîkalê diyar kir ku digel Sezgîn Tanrikulu tavlî dozê bibin. Ji me re rexneyên cûda bi cûda dikin ku emê tenê li doza Ergenekonê cih digrin. Belê rast e ji berku di nava doza Ergenekonê de her tişt heye mirov dikare her tiştê Tirkiyeyê bibîne. Lê belê doza KCK jî dozekî pir girînge. Ji vê rojê şûndê emç li ser navê CHP’yê doza KCK’yê bişopînin

Back to top button