Zîlan:Tirkiye dibe, çima Kurdistan nabe?
Di bernamyê de bi piranî hate gengeşîkirin ku serbestberdana endam û serkirdeyên Hizbûllahê gelo di pêşerojê de pêvçûneke nû ya di navbena PKKê û Hizbûllahê de derkeve yan na.
Di gengşiyê de Zîlan çend car navê Kurdistan bi kar anî û heta li ser bakûr jî, bakûrê Kurdistanê got. Li ser vê yekê hinek gengeşî çêbû û Sitqî Zîlan jî wisa axifî: „Niha divê bihête fêmkirin ku ev der wel welatekî dîrokî her dem hebûye û navê wî jî Kurdistan e. Hîna qet Tirkiye tunebû, bi hezaran sal ev der hebû û navê wî jî Kurdistan bû. Heta navê Tirkiyê jî ya Riza Nûr e. Mustefa kemal bi xwe jî xwestiye bêje Komara Anadolû. Divê nivîskar, rewşenbîr û her ednamên Tirk xwe hînê vê peyvê bikin. Kurdistan heye û welatê me ye. Çima Turkmenîstan, Azerbaycan, hema her nave miletekî û welatekî dihête gotin, problem tune ye û gava em dibêjin Kurdistan hûn bîzotî dibin. Naxêr, li qisûrê me nenihêrin, em dê vê peyvê bêjin û hûn jî hînê van peyvan bibin…”
Sitqî Zîlan lui ser şerê di navbeyna PKK û Hizbûllah jî wek şerê birakjiyê binav kir û got; “Saziyên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk ev şer bikar anîn û xwestin ku Kurd dawî li hev bihîne.”
Sitqî Zîlan di axiftina xwe ya balkêş û bi rastî gelek di cîh û bi cesaret de, li ser sûcdarkirina Kurdan ya bi weîsîleya nijatperestî û dostaniya bi Israîl jî peyvên wisa bikar anîn: “Koka nijatperestî di van welatan de bi kemalîzmê ve hatiye avêtin, fikreke dagirkerî û nijatperestî ye. Lê Kurd ti caran nebûna nijatperestên wisa bi pêdaçûyî û xirab. Kurd her dem alîgirên aşîtî û biratî bûne, lê li hember vê yekê her çar dewlet jî (Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran) ji vê biratî fêm nekirine û bi zulimkarî hatine ser miletê Kurd. Jiber vê yekê berî her tiştî div ê di navbera Kurdan şer çênebe û her wisa ez hêvî dikim ku PKK û Hizbûlla ev car nekevin kemîna şerê birakûjiyê ku ji layê dewleta Tirk ve dihête derxistin û jê fayde dihête wergiertin. “
Sitqî Zîlan li Amedê karê parêrzeriyê dike û her wisa parêzeriya hin girtiyên Hizbûllahê jî kiriye. Li ser vê yekê jî Zîlan got: “Ez wek parêzer dikarim gelek kesan biparêzim, ev yek erka min ya meslekî ye, lê di derbarê têkeliyên PKK û Hizbûllahî de ez sernaser têkeliyên nerm û aşîtiyane di navbeyna wan de dixwezim. Jiber ku dewlet nakokiyên di navbeyna wan herdu partiyên Kurd de wê bikar bihîne û dîsa xwîna Kurd wê bihête rijandin.”
(KNN/Kurdistan)
Chavkanî: NTV Tirkiye