Civak

Li Bedlîsê jî gorên bikom hate dîtin

Li navçeya Bedlîs Motkanê li ser daxwaza çend malbat û Komelaya Mafên Mirovan ji aliyê Dadgerê Komarê ya Bedlîsê ve li ser herêma leşkeriyê xebatên lêkolînê hate kirin. Piştî lêkolînê hestiyên 12 kes hate dîtin.

Li navçeya Bedlîs Norşînê di sala 1999’an de 9 kes ber bi Motkiyê ve çûn û ji wê rojê heta niha ti xeberek ji van kesan nehatiye peyda kirin. Ew 9 kes li gorê malbatan ji aliyê leşkerên tirk ve hatine kuştin û ji ber vê yekê jî serê lê Komaleya Mafên Mirovan dan ku lêkolinek bihête kirin. Li ser vê yekê malbatên 9 kesan û KMM destpê xebat kirin.

Li ser vê yekê Serdozgeriyê Komarê daxwazên KMM’yê bicih aniye û li ser rêya Motkanê xebatên lêkolînê dan destpêkirin. Xebatên lêkolînê bi danê sibê destpê kir û hetanî nîvro hêstiyên 8 kesan hatin dîtin û hetanî roj çû ava hejmarê hestiyên gihişt 12 kesan. Tê gotin ku ew hestiyên ku hate derxistin yên çekdarên PKK’ye.

Herêma lêkolînê  ji bo ewlehiyê di bin kontrola Serdozgeriyê Komarê de ye. Herêm ji bo malbat û rojnamevanan hatiyê qedexekirin lê tenê dikarin ji 300 mîtroyê dûr ve temaşa bikin.

Back to top button