Polîtîk

Ocalan 2012-ê serbeste

Piştî guhertina xala 102. ya CMK’yê (Qanûna Muhakeme ya Cezayê),gelek kesên di girtîgehan de hatin berdan. Gelek kesên di doza Hizbullahê de û hinek kes jî girtiyên doza PKK-ê hatin berdan.

Di derbarê vê guhertinê de parêzerê berpirsên Hizbullah yên hatîn berdan Sitkî zîlan da kifşkirin ku, li gora vê guhertinê ihtimala ku Abdullah Ocalan jî sala 2012-ê bête berdan heye.

Zilan di daxuyaniya xwe de got ku, gelek caran qanûnên tên guhertin nakevin rojevê, hinek dezgeh arikariya dadgeha nakin û dibin sedem ku gelek kes mexdur dibin. Li gora ku guhertinên çêbûyîn, û qanûn bi temamî werin karanîn, gelek kesên 12 salan di zindanan de mayîn divê bêne berdan. Li gora hesabê ku ez dikim mimkine  Ocalan jî sala 2012-ê azad bibe. Ji ber ku Ocalan jî piştî 12 salan mayî girtîgehê de, divê werê berdan.

 

Back to top button