Polîtîk

Wezîrê navxwe pêşwazî li heyeteke Amerîkî kir

Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dîwana wezareta xwe pêşwazî li general Baskrotî fermandarê hêzên Amerîkayê yên li bakûrê Îraqê û Vander Pol nûnerê wezareta derveya Amerîkayê li Bexda û Alex Askirîs nûnerê wezareta derveya Amerîkayê li Hewlêrê kir.

Di dîdarekê de peywendiyên navbera her du aliyan û xurtkirina wan têkeliyan, zêdekirina hevkarî û hevahengiyê, fêdewergirtin ji tecrûbe û pisporiya di warê pêşxistina sîstema emnî li herêma Kurdistanê hatin minaqeşe kirin.

Wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê xurtkirina têkeliyan bi pêwîstî zanî û got ku ew qonaxa îro herêma Kurdistanê tê de derbas dibe qonaxa avadankirin û binyatdanana saziyên herêma Kurdistanê ye û hikûmeta amerîkî dikare hevkareke giring be û xizmetên ber bi çav pêşkeşî herêma Kurdistanê bike.

Pêşhatên siyasiyên herêma Kurdistanê û Îraqê hatin behis kirin û şandeya mêvan li hember wan pêşkeftin û avadaniya li herêma Kurdistanê heye kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku ew yek hemû ji sedemê aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê bi detve hatine.

Back to top button