Polîtîk

Serok pêşwazî li şandeke bilind a ragihandina Kuwêt kir

       

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandekî bilinda ragihandina welatê Kuwêt bi Serokayetiya Adnan Xelîfe Raşîd Îbrahîm El Raşîd û endamêtiya Ehmed Yusif Behbehanî Serokê Komeleya Rojnamevanên Kuwêt û Cîgirê Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb û Ferîq Elî Mihemed El Mumîn Balyozê Dewletê Kuwêt li Iraq û Mihemed Husên Behrul Ulum Balyozê Iraq li Kuwêt û hejmarek ji sernivîskar û rojnamevanên rojnameyên Ewan, Eldar, Weten, Enba, El Cerîde, El Rey, El Yeqze, Qebes, El Nehar û telefizyona Adale û Kanala El Enwar û Ajansa nûçeyiya Kuwêtî kir.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî li bersîva çend pirsiyareke endamên şandê de, tekez li ser kûriya pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelê Kurdistan û Kuwêtî kir û wan pêwendiyan bi birayane û xûrt wesif kir. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku daxwazeke bi hêz ji aliyê serkirdayetiya Herêmê ve heye bi mebesta geşkirina pêwendiya du qoliyan li gel dewleta Kuwêt bi wê pêgehê berjewendiya hevbeşa her du alî li xwe bigrê û ragihand ku welatê Kuwêt pêgeheke taybetiya xwe heye li cem xelkê Kurdistanê û gelek bi baş ji êş û azarên derbasbûyi ya xelkê Kuwêtê têdigihin û xelkê Kuwêt jî bi heman awayî ji êş û azarên gelê Kurdistan têdigihin û niha piştî rûxana rejîma berê derfeteke dîrokî hatiye pêş ku pêwîste bi her du alî ve hengav berev bi hêzkirina pêwendiyan bavêjin û li vî warî de Serok Barzanî behsa rola her du Balyozê Iraq û Kuwêtî kir li pêşxistin û bihêzkirina wan pêwendiyan.

Ji aliyê xwe ve, şanda bilinda ragihandina Kuwêtî behsa wan pêşketinan kir ku li hemû warên Herêmê da hatine holê û ragihand ku asta rêkxistin û aramiya li Herêma Kurdistanê gelek bilinde û wekî şanda ragihandina Kuwêtî bi vê astê sosret buyîn û hêvîdarîn ew ast her li hilkişanê da bê û dewleta Kuwêtî jî sûd li derfeta veberhênana Herêma Kurdistanê wergirê‌ û Konsolxaneyek li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê veke û pireke asîmanî jî li gel da dirûst bike. Raste Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraq, lê belê her weku Ewrupa ye û birastî dîroka Kurdistanê dîrokeke serkeftine û hêvîdarîn beşên dinê Iraqê sûd ji vê ezmûna pêşketiya Herêma Kurdistanê bibînin.

Birêvebirê Nivîsîna rojnameya El Enba jî beramber nehametiyên gelê Kurdistanê li serdema rejîma berê de ragihand ku ew weku Erebek daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê dike beramber wan tawanên ku wê rejîmê dijî bi gelê Kurdistanê encam dabû û kesek jî nekarî bergiriyê lê‌ bike.

Li dawiya hevdîtinê de, Serokê şandê spasî Serok Barzanî kir ji bo wê pêşwaziya ku li şandê kiriye rola Serok Barzanî jî bilind nirxand li pejirandina bingehên pêwendiya du qoliyên di navbera Kuwêt û Herêma Kurdistanê da.

Hêjayî gotinêye ku birêz Felekedîn Kakeyî, Wezîrê Rewşenbîrî, Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sekreter û Cîgirê Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê amadeyê hevdîtinê bûn.

Back to top button