Nivîsar

Cesaret tunebe zanîn têr nake

Îdeolojî û ajîtasyon bûye parçeyek ji bedena siyasetmedar û partîyên me û mejîyê wan dagîr kiriye. Bi îdeolojî û ajîtasyonan nêzîkî bûyer û kiryarên civakî dibin û dinirxînin.

Nûrî Çelîk

Hewce nake em bi dûvdirêjî behsa Kurdan bikin. Ji xwe dîroka me kifş e, kiryar û xêr û gunehên me jî li ber çavan e. Di encama tekoşîna sedê salan û bi xwîna hezarê şehîdan hê jî em negihane qonaxek saxlem û rûniştî. Her çiqasî nîvqonaxa Başûr û Rojava tenê rawestgehek bêhnvedanê be jî, heta îro jî asas û bingeha wê li ser stûnên saxlem rûneniştiye. Nakokî û alozîyên partîtî û siyasî nahêlin ku ew qonax bi xerca Kurdayetî û Kurdistanîbûnê bê seyandin. 

Kurd di welatên dagîrker û her weha di nava xwe de her tim di mihalefetê de ne. Li şûna ku bi kiryar, tekoşîn û serpêhatîyên xwe kamil bibin, bibin xwedîyê tecrubeyên mezin, xeşîmî, mixalefet û berberîya wan a navxweyî her berdewam e. Kêmbûn yan tunebûna giyan û ruhê Kurdayetî û netewperwerîyê, ew kişandine nav nakokîyên malbatî, partîtî û îdeolojîyên dûrî civaka Kurd. Mixabin, îro li şûna bîr û hizrên Kurdayetî û Kurdperwerîyê, îdeolojî û berjewendîyên kesayetî, malbatî, eşîrtî û partîtîyê serdestîyê li tevgera Kurd dikin. 

Îdeolojî û ajîtasyon bûye parçeyek ji bedena siyasetmedar û partîyên me û mejîyê wan dagîr kiriye. Bi îdeolojî û ajîtasyonan nêzîkî bûyer û kiryarên civakî dibin û dinirxînin. Ev yek wan ji aqlêselîm, ji nirxandinên erênî dûr dixe û berjewendîyên netewî dide alîyekî. Gelek caran bi mejîyê îdeolojîk li kujtin û qirkirinan temaşe dikin. Ji ber vê jî, dîrok xwe bi dîtin û helwesta wan dubare dike. Di encamê de jî tiştekî berbiçav di dest te namîne û li holê naxuye.

Di nav me Kurdan de kesên ku di warê zanîn, îdeolojî, teorî û ajîtasyonê de Marx, Lenîn, Troçkî û ewên din ji bêrîka xwe derxin pir in. Her yek ji me, her yek ji rêvebir û serkêşên me teorîsyenek e, Marx e, Lenîn e. A ji me re pêwist û hewce ne tenê îdeolojî û zanîn, lê mêranî û cesaret e jî. Di tekoşîna rizgarîya millet û netewên bindest de pirê caran îdeolojî û zanîn têr nakin. A ku wê îdeolojî û zanînê bi ser dixe mêranî û cesaret e. Kesên bi cesaret helbet fedakar e û amade ye bedelê jî bide. Ev yek di nav me Kurdên Bakur de çênebû. 

Stalîn sosyalîst û komunîst bû, lê netewperestekî di ser xwe re bû. Berjewendîyên Rûs û Rûsyayê di ser her tiştî re digirt. Hoşîmîn digot „Ez komunîstekî netewperest im“. Yanî, netewperestîya wan berî îdeolojîya wan dihat. Ji wan re ya esasî netewperestî û piştre îdeolojî bû. Wan îdeolojî xist bin xizmeta berjewendîyên netewa xwe û bi ser ketin. Yê me bermeqlûb e. Em îdeolojîyê naxin bin xizmeta berjewendîyên netewa xwe, em berjewendîyên netewa xwe ji îdeolojîyê re dikin qurban. Evê nakokîyê em ji hest û giyanê netewperestîyê dûr xistine. Ji ber vê jî mêranî, wêrekî û cesareta me şikestiye, nemaye. Mêranî û cesaret tunebe fedakarî jî namîne. Fedakarî nemîne bedel jî namîne û kes naxwaze bedelê jî bide. Bi kurtî; tiştê ku me azad bike ne fantazîyên îdeolojîk in. Xwemalî û netewayetî binyata azadî û rizgarîya milletê Kurd e.

Li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd a bi navê Mahsa Amînî bi destê polîsên rejîma Îranê hat qetilkirin. Qetilkirina Mahsa Amînî bû çirûskek agir û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêket. Derketina kolanan wêrekî û cesaret e, bedel e.  Çalakîyên li dijî rejîma Îranê berdewam in. Heta niha zêdeyî deh Kurd di van çalakîyan de hatine qetilkirin. Lê mixabin Kurdên parçeyên din bêdeng in. Ji ber mêranî û cesaret bi wan re nemaye, ketine temara mirinê û deng ji xwe dernaxin. Ev yek jî bêguman ji ber bandora fantazîyên îdeolojîk û şikestina mêranî û cesareta wan e. 

Back to top button