PolîtîkRojev

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Em bombebarana hêzên Komara Îslamî ya Îranê ya li ser çend armancên Herêma Kurdistanê û ketina qurbaniyan di nav xelkê sivîl de şermezar dikîn û çendbarebûna van êrîşan bi tevahî red dikîn.

Helwesta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji sînorên xwe rê nade çi gefeke ewlekarî ya li ser welatên cîran û her wiha, tekezî li ser wê yekê jî dike ku nabe Herêma Kurdistanê bibe meydana çareserkirina nakokiyan.

Di demekê da ku em dûbare dikin ku çek û hêz pirsgirêkan çareser nake û tenê rêya çareseriyê ku di berjewendiya hemû aliyan da be diyalog û aştî ye, em daxwaz ji Hikûmeta Federal ya Iraqê dikin ku erka xwe bi cih bîne û ax û serweriya welat biparêze.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

28.09.2022

Back to top button