PolîtîkRojev

Îranê êrîşê Kurdistanê kir:13 şehîd û 58 birîndar!

Di encama 4 êrîşên mûşekî yên Pasdarên  Îranê (Pasdaran) li ser Herêma Kurdistanê de, herî kêm 13 kes şehid bûn û 58 kesên din jî birîndar bûn.

Dijê Terora Kurdistanê di derbarê vê bûyerê de daxûyaniyek ragihand û dibêje:

Roja 28.2022ê beriya nîvro di demjimêr 10:15 xulekan de, Supaya Pasdarên Îranê bi çar qonaxan rêze êrîş bi rêya mûşekên(fûze) balîstîk û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî bo ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê, keleha demokrasiyê ya Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koye, baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê, kampên niştecîbûnê yên Kurdên Rojhilat li Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Banegewre yên li parêzgeha Silêmaniyê û kampên Azadî û Qela û Emîriye yên li Koye kirin armanc.

Di êrîşan de zêdetirî 70 mûşekên balîstîk ên cûreya Fatîh û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî ji nav axa Îranê bi çar qonaxan hatine arastekirin, qonaxa yekem tenê bi rêya mûşekên balîstîk, qonaxa duyem bi mûşekên balîstîk û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, qonaxa sêyem mûşekên balîstîk bi alîkariya firokeyên bêfirokevan ên çavdêriyê û qonaxa çarem tenê bi rêya mûşekên balîstîk ve bûne.

Zanyariyên heta niha eşkere dikin ku êrîş ji navçeya Selasa Bawecan a li parêzgeha Kirmaşanê ya hevsînorê parêzgeha Helebceyê, navçeya Serdeşt a li parêzgeha Azerbaycana Rojava ya hevsînorê îdareya Raperîn hatine arastekirin û tê de cihên giştî yên weke baxçeyê zarokan, dibistan, binkeya tendirustiyê, nexweşxane, hola bone û ahengan û otomobîlên xizmetguzariyê û malên welatiyên sivîl hatine armanckirin.

Ji ber wan êrîşan heta niha 13 şehîd bûn ku di nav wan de jineke ducanî heye û 58 kes jî birîndar bûn, ku piraniya wan welatiyên sivîl in û di nav wan de zarokên ji 10 salî biçûktir û xwendekar û mamoste û rojnamevan hene. Di heman demê de firokeyeke bêfirokevan a Îranê, li sînorê bajarê Koye, beriya bigihîje armanca xwe, ketiye xwarê.

Back to top button