
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Talebanî, derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de daxûyaniyek ragihand.
Ev deqê daxûyaniya Talabaniye:
Em bi nîgeranîyeke pir li bombebarankirina îro ya Komara Îslamî ya Êranê dinêrin û çendîn şehîd û birîndar jî ketine û bi dehan malbat jî awere û koçber bûne. Ev pêşhatêkî metirsiye û metirsî li ser kûrbûna Herêma Kurdistanê jî li xwe girtiye û em daxwaza rawestandinê dikin.
Ti pasawêk ji bo vê sînorderbaskirinê nîne û metirsiyeke mezin li ser aramiya Herêma Kuridstan û Êraqê saz dike. Em daxwazkarin ku axa Herêma Kurdistanê ji bo bi alîkairina kêşeyên siyasî û serbazî neye bikaranîn û welatiyan nekin bi qurbaniya milmilaniyan. Daxwazkarin ku hemû aliyek xwerabigrin û bi gotûbêjan kêşeyên xwe çareser bikin.
Ji hikûmeta Êraqê daxwaza dikin ku erk û berpirsyartiya xwe ya parastina axa Êraqê û Herêma Kurdistanê cih bi cih bike. Serweriya welat biparêze û rêgiriyê li binpêkirin û çend barebona hêrişan bike.
Pirse û hevxemiya xwe ya kûr arasteya malbatên şehîdan dikim û hêviya cansaxî û başbûna tenduristiyê ji birîndaran re dixwaz im. Wek erkeekî netewî û nîştimanî me, hemû damezrawên me ên peywendîdar erkên xwe li hemberî wan hemûyan de bin û bi dilsozî xizmeta wan bikin.
Di dawiyê de jî, ez dixwazim hemû aliyan dilniya bikim ku bi armancgirtina welatiyên Herêma Kurdistanê û têkdana seqamgîrîya axa me, wê kok ji bîr nebe û xwînrijtina xwîna xelkên me jî wê ji bîra me neçe.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
28-9-2022