PolîtîkRojev

Daxuyaniya Baregeha Barzanî li ser êrîşa Îranê

Daxuyaniya Baregeha Barzanî

Ev gelek care Herêma Kurdistanê rastî mûşek û bombebarana hêzên Îranê tê. Em van êrîş û bombebaranan şermezar dikin, ji ber ku di encamê de sivîlên bêguneh, jin û zarok hatin kuştin û birîndarkirin û ev di rastiyê de sûc e. Di heman demê de ev êrîş û bombebarankirin binpêkirina prensîbên cîrantî, dostayetî û serwerî ye û tu sedemek nîne û li dijî berjewendî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

Em radigihînin jî ku êrîş û mûşekbarankirin dê pirsgirêkan çareser neke û divê êdî em penayê bo kiryarên bi vî awayê ku ji bilî sûc û bêîstiqrariyê tiştek jê berhem nayê, nebin.

 Em daxwaz dikin ku demildest dest ji van êrîş û bombebaranan berdin û êdî Herêma Kurdistanê nebe meydana çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên welatên cîran.

Baregeha Barzanî

28ê Îlonê 2022

Back to top button