Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li ser baregehên aliyên siyasî yên Rojhilat Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat diyarkirin: “Êrîş û bombebaranên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê li herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, di heman demê de kuştina jin û zarokên bêtawan karekî tawankarî yê li dijî mirovahiyê ye û ti hincetekê hilnagire.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), van êrîş û bombebaranan şermezar dikin û weke rêznegirtina li bingehên cîrantî û dostaniyê dibînin û divê dawî lê were anîn.”
Daxuyaniya Polîtburoya PDKê wiha ye:
Êrîş û bombebaranên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê li herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, di heman demê de kuştina jin û zarokên bêtawan karekî tawankarî yê li dijî mirovahiyê ye û ti hincetekê hilnagire.
Em li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), van êrîş û bombebaranan şermezar dikin û weke rêznegirtina li bingehên cîrantî û dostaniyê dibînin û divê dawî lê were anîn û êdî Herêma Kurdistanê nekin qada milmilanî û yekalîkirina kêşe û pirsgirêkên xwe yên navxweyî ku pêwendiya wan bi welatiyên xweragir ên Herêma Kurdistanê ve tune ye.
Kêşe û pirsgirêk bi afirandina aloziyê derveyî sînoran nayên çareserkirin, rêya herî baş a çareserkirinê, gotûbêj û hevqebûlkirin e, tevî hebûna ciyawaziyan.
Di dawiyê de em xemgînî û nîgeraniya xwe nîşan didin li hember hemû wan ziyanên canî û maddî yên li ber nişteciyên wan deveran ketine.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
28ê Îlona 2022yan