Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di derbarê êrîşa Îranê li ser Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û dibêje: “Me balefireke bêpîlot a Îranê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û ji bo hêzên me yên li herêmê bû metirsî, xist xwarê.” Her wiha hat diyarkirin ku di nav hêzên wan de ti ziyanên madî çênebûne.
CENTKOM da xûyaniya xwe de got: “Bi dema Hewlêr demjimêr 14:10, hêzên Amerîkî droneke Îranê ya bi cureya Muhacir 6 xiste xwarê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û metirsî bû li ser hêzên me yên li herêmê.”
CENTCOMê diyar kir di êrîşên dron û mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de, ti ziyanên wan ên canî çênebûne ku ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Hêza Pêşmerge li Hewlêrê perwerde dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo piştgiriya hêzên me yên hevpar ên li Iraqê, hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê rewşê dinirxînin.”
CENTCOMê êrîşa Îranê şermezar kir û anî ziman, “Êrîşên bi vî rengî yên bêserûber gefê li jiyana sivîlên bêguneh dixwin û aramiya herêmê ku ji bo wê têkoşîneke dijwar hatiye dayîn dixe xeterê.”