PolîtîkRojev

Dadgeha Qanûna Bingehîn pesindkirina budçeya PAKê di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkîyeyê da belav kir



Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê budçeya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)ya  sala 2019an pesind kir û di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkîyeyê da ev biryar hate belav kirin. 


Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê di derbarê PAKê û 3 partîyên din(PSK, PDKT, KKP) ên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin da doza girtinê(daxistinê) hatîye vekirin û ev doz hîna jî berdewam e. 

Lê ev biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ku di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkîyeyê da hatîye belav kirin, tesdîq kirina fermîbûna Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) ye, tesdîq kirina yasayîbûna partîyên din ên bi navê Kurdistanê ye. 


Herweha, ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan destkeftineke mezin a neteweyî, dîrokî ye ku, partîyên ku bi navê Kurdistanê, ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve wek fermî hatine qebûl kirin, budçeya wan hatine pesind kirin û ev biryar di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkîyeyê da hatîye belav kirin.

PAKê di parastina xwe ya di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da bi kurdî û bi tirkî parastina xwe ya sîyasî û hiqûqî kir. PAKê di parastina xwe da  got ‘’PAK partîyeke meşrû  û yasayî ye; di bernameya xwe da behsa doza meşrû ya azadîya miletê Kurd û Kurdistanê dike. Ji ber wê jî emê navê xwe jî, bernameya xwe jî neguherînin. Bi ya me ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê divê li gorî wan peymanên navneteweyî yên ku  Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine û li gorî pêwîstîyên hiqûqa navnetewî hemû qanûnên xwe û Qanûna Bingehîn a xwe biguherîne da ku partîyên weke PAKê bikaribin bi awayê yasayî  jî xebatên xwe bikin’’.

28.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button