PolîtîkRojev

Em êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê pêk tine bi tundî şermezar dikin

İ ÇAPEMENİYÊ Û Jİ RAYA GİŞTÎ RE

Em Êrîşên Rejîma Îranê Yên Ku Li Ser Herêma Kurdistanê Pêk Tine Bi Tundî Şermezar Dikin

Rejîma Îranê dema serhildana gelan a ku bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve dest pê kiribû, nikarî bu bifetisîne, dest Êrîşên li ser kampên partiyên Kurdistanî kir.

Artêşa Îranê, baregehên leşkerî yên PAK, Komele û İ-KDP û cihên sivîlan ên li navçeyên Hewlêr û Silêmaniye yê bombebaran kirin. Bombebaran didome. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, jin û zarok jî di nav de gelek birîndar hene. Dibistan jî di nav hedefên êrîşan de ne.

Em kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wana re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Em bang li gelên Herêm û Cîhanê dikin; Li hemberî êrîşên rejîma teokratîk a Îranê helwesteke vekirî bigrin û bidin seknandin.

Em bang li rejîma Xumeynî ya teokratîk a ku bûye berovajî ya despotîzma laîk a Şah dikin û dibijên:

Êrîşên xwe yên li navxwe û Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin. Ji serhildana gelên Kurdistan û Îranê ya ku ji bo azadîya netewî û demokrasiyê destpêkiriye rêz bigirin! Dev ji porê jinan berdin. Jinên ku ji bo azadiya xwe têkoşîn didin iradeye wanan nas bikin.

Dev ji red û înkara gelê Kurd berdin. Li şûna xweserîya sexte ya Kurdistanê daxwaza statuya federal a gelê Kurd nas bikin. Ji bo vê jî bi Nûnerên gelê Kurd re têkilî daynin û li gorî wê gavan bavêjin. Hûn ji pêkanînên rejîma Şah de baş dizanin ku herî zêde bi xwîn, tundî û bi komkujî çareserî nabin. We 43 sal hewl da û we dît ku çareserî bi zor, tundî û qetlîamê nabe. Hûn nikarin têkoşîna rizgariya netewî ya Rojhilatê Kurdistanê bi hêza çekan têk bibin. Ji bo çareseriyê  gavên aştî û demokrasiyê  bi gelê Kurd û Îranê re rêya hevdîtin û diyalogê bigerin.

Banga me ji bo partiyên Kurdan yên ji çar parçeyên Kurdistanê re jî ev e; êrîşên hevpar ên kolonyalîstan li dijî Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bibin yek û hevkarîya xwe pêkbînîn.

28.09.2022

Partiya Komunîst a Kurdistan – KKP

Back to top button