Biryara Dadgeha Destûrî di derbarê partiyên Kurd de!

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, biryara derbarê 8 partiyên siyasî yên Kurd e da û biryar di rojnemeya fermî de hate weşandin. 

Eve demek bû doz di derbarê 8 partiyên Kurdî de hatibû vekirin, Dadgeha Destûrî li vê dozê dinêriya û niha jî biryara xwe ya dawî da.

Li gor biryarên ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hatine weşandin, dibêje:Ji bo sala 2019an kontrolên darayî yên partiyên navborî hatin kirin. 

Dadgeha Destûra Bingehîn lêkolîn kir ku Bûdçeya Giştî ya 8 partiyên siyasî li gorî Qanûna Partiyên Siyasî tevdigere yan na.

Dadgeha Bilind biryar da ku hesabên dawî yên van partiyan li gorî agahî û belgeyên di dest de rast, wekhev û li gorî Qanûna Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820’an in.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind navên PAK, PSK, PDKT û KKP ku wek partiyên hiqûqî kar dikin ji lîsteya partiyên hiqûqî derxistîbû.

Dadgeha Destûrî jî di vê derbarê de lêkolînek destpêkirîbû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: