Koysancaq navçeyeke girêdayî parêzgeha Hewlêr a paytextê Kurdistanê ye. Dibistanek taybet ji bo zarokên penaberên Kurdên Îranê li vê deverê heye. Pasdarên Îranê eve çend rojên navçeya Koysancaqê bombebaran dikin.
Xwendevanên dibistanê ji bo nebin armanca bombeyên pasdarên Îranê, terka avahiya Dibistanê kirin û xwe di bin tehtan de veşartin. Herweha nişteciyên deverê hemû ji avahiyên xwe derdikevin û berê xwe didin deverek ewlehî.